* Welatiyê 88 salî Memet Aydin yê di navbera salên 1950-1953'yan de leşkerî kir, bi hinceta “qaçax e' 21 hezar û 519 TL cezayê pereyan lê birîn.
* Komeleya Muzîkjenên Îzmîrê ya bi daxwaza hişyariyê pêş bixe hatiye avakirin, niha ji bo zarokên li herêma şer atolyeya pêlîstokan ava kir. Endama komeleyê Meltem Karasu Demîr, da zanîn ku armanca wan aştî û xweşikbûnê pêş bixin.
* Endama Lijneya Koodînasyaona DÎB’ê Nesteren Davutoglu, bertek nîşanî lêkolînên dê êrîşên li ser Efrînê, çiqas dengan bi AKP’ê bi de qezenç kirin, da û got: “Efrîn kirina amûrê hilbijartinê ne exlaqiye.”
* Welatiyên Ermenî, Kurt, Adige, Hemşîn, Ereb û Gurcî, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê diyar kirin ku ew zextên li ser ziman qebûl nakin û dê destûr nedin zimanê wan tune bibe.
Qayûmê Şaredariya Qoserê Ahmet Odabaş ku ewil bîrdariya Ugur Kaymaz ê 12 salî yê bi 13 guleyan hat kuştin rakir, niha jî navê Serokê DEP’ê ya Qoserê Şeyh Davut Yalçinkaya yê di 1993’an de hat kuştin û li ser Mala Gel hatibû nivîsandin guhert.
* Karkerê balafirgeha 3'yemîn a Stenbolê C.O., diyar kir ku piştî her mirina karkerekî, pisporê ÎSG'ê bi wan re civîn dikir û digot got "Ez neçarim bêjim. Heta niha 800 karkerên balafirgehê di kar de jiyana xwe ji dest dane."
* Serokê AHAD-DER'ê Yusuf Kose, diyar kir ku tişta mirovahiyê bi heva girêdan ziman e û ev tişt got: "Ewlehiya nasnameya me zimanê me ye. Tişta ku herî zêde dewletê ditirsîne jî ev e."
* Elewiyên ereb komkujiyên ku komên cîhadî li dijî gundiyên elewî pêk anîne ji bîr nekirine û ev tişt gotin: "Em baş dizanin ku dê demokrasî bi destê van çeteyan neyê Sûriyeyê."
* Dê geşedanên der barê Efrînê de bên şopandin.
* Dê danişîna doza 3 akademîsyenên ku îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", dê li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Dê DÎSK, encamên lêkolîna qadê ya bi sernavê "Rastiya Çîna Karkerên li Tirkiyeyê" bi daxuyaniyekê li Salona Abîdîn Dîno ya Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi raya tiştî re parve bike. (10.00)
* Bavê girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê berî hefteyekê li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê hatibû derbkirin Mehmet Emîn Başaran, dê bi Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê re ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî girtiyan, dê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û PEN'a Kurd, bi wesîleya "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" dê li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Meclisa Jinan a KESK'ê, ji bo balê bikişîne ser bûyerên tacîz, tecawiz û îstismarê, dê li ber Miduryeta Bajêr a Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya li Çaganogluyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (16.30)
* Komeleya Lêkolînên kurdî, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, dê li avahiya xwe ya li Taksîmê der barê êrîşên li dijî zimanê kurdî û zextên di serdema OHAL'ê de derketine holê rapora binpêkirinên mafan aşkera bike. (19.00)
* Dê danişîna doza rojnamegeran a li Westanê berdewam bike. (10-00)
* Di 12'ê Tîrmeha 2016'an de li navçeya Bucayê ya Îzmîrê Sîbel Çelîk hatibû kuştin û dayreya ku ew tê de bû pêre hatibû şewitandin, dê doza bersûc Selman Yilmaz û birayê wî Halîl Yilmaz ê 15 meh e firar e, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin. (10.40)
* ÎHD'a Îzmîrê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, dê li avahiya xwe daxuyaniyê bidee çapemeniyê. (12.30)