NAVENDA NÛÇEYAN- Nivîskar û rojnamevan Emerîkê Serdar çû ser dilovaniya xwe.
Nivîskar, wergêr, rexnegir, rojnamevan, kedkarê Rojnameya Riya Teze û Serokê Koma Rewşenbîrên Kurd ên Ermenîstanê Emerîkê Serdar çû ser dilovaniya xwe. Hat diyarkirin ku rewşenbîr Emerîkê Serdar di 19’ê Sibatê de li li bajarê Xarkova yê Ûryanayê li nexweşxaneyê ji ber nexweşîna dil di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Rojnamevan û nivîskar Emerîkê Serdar ê di 8’ê Sibata 1935’an de li gundê Pampa Kurda (Sîpan) ê nehyeya Aparan a Ermenîstanê ji dayik bû, di sala 1959’an de li Enstîtuya Ermenîstanê li Fakulteya Dîrok û Fîlolojiyê Beşa Pedagojiyê xwend. Heta demeke dirêj di beşa kurdî ya Radyoya Erîvanê de xebitî û ji sala 1962’an ve dest bi redaktoriya Rojnameya Rya Teze kir. Serdar ku endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê û Yekîtiya Rojnamevanên Ermenîstanê bû, di heman demê de endamê PEN’a Kurd bû jî. Heta niha zêdeyî 10 pirtûkên Emerîkê Serdar ên serpêhatî û çîrokan hatine weşandin û di gelek malper, rojname û kovaran de jî nivîsên wê hatine weşandin.