AMED – Li Amedê MED-DER’ê bi munasebeta 21’ê Sibatê bi beşdariyek girseyî panel hat li dar xist. Di panelê de Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk got ku perwerdehiya zimanê kurdî jêneveger e. Parlamenter Kadrî Yildirim jî diyar kir ku li şûna ew zimanê xwe ji dewletê daxwaz bikin divê gelê kurd bi yekîtiya neteweyî zimanê xwe azad û fermî bikin.
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) ya ku nû hat avakirin, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê yên Cîhanê bi sernavê “Ziman û Jiyan” panel li dar xist. Panel li avahiya Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat. Gelek nivîskar, mamoste û xwendekarên zimanê kurdî, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Li salona panelê pankartên “Roja zimanê zikmakî yê cîhanê pîroz be”, “Her netew bi zimanê xwe heye” û “Ziman haveynê civakê ye” daliqandin.
Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê û zimanzan Kadrî Yildirim, Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk û zimanzan û akademîsyen Resûl Geyîk wek axaftvanên panelê beşdar bûn. Panelê bi axaftina moderator Fatma Budak Guler dest pê kir û diyar kir ku ziman amûrek ragihandiyê ye û got: “Yek zimanî li dijî xwezaya mirov e. Ziman nîşaneya nasnametiyê ye.”
Di panelê de ewil Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk axivî û li ser mijara “Dîroka 21’ê Sibatê” gotûbêj kir. Ozçelîk anî ziman ku ji ber zimanê kurdî û gelek zimanên din li ber xetereyê ne û ew di 21’ê Sibata her salê de roja zimanên zikmakî yên cîhanê pîroz dikin. Ozçelîk diyar kir ku cara ewil li dijî qedexe û astengiyên li ser ziman li Bangladeşê li dijî yek zimaniyê gelê Bangalî nerazîbûn nîşan daye û ji ber vê yekê UNESCO bi wesîleya vê rojê 21’ê Sibatê wek roja zimanên dayikê yên cîhanê qebûl kiriye.
‘PERWERDEHIYA ZIMANÊ KURDÎ JÊNEVEGER E’
Ozçelîk da zanîn ku di dîroka civakan de ziman hêmanek herî girînge e û axaftina xwe wiha domand: “Heke ku zimanê civakekê bê qedexekirin, raman, çand û baweriya wê civakê jî tê qedexekirin. Tê wateya runekirina raman. Ziman di rojekî de peyda nabe. Li gorî tê gotin ziman 103 hezar sal berê niha li Rojhilata Afrîkayê hatiye afirandin.” Ozçelîk bibîr xist ku zimanê kurdî jî li gel hemû qedexe û zextan hebûna xwe parastiye û wiha got: “Li ser rûyê erdê 10 hezar ziman hene. Ji van zimanan 4 hezar tune bûne. Niha 6 hezar ziman li ser rûyê erdê hene. Ji van zimanan jî bi sedan ziman bi tunebûnê re hevrû mane. Zindîmayîna zimanê me jî ji ber dewlemendî û xwedî derketinê heta niha li ser piya maye. Heke ku ziman neyê axaftin, nebe zimanê perwerdehî û dan û sitendinê dê bê jibîrkirin. Perwerdehiya zimanê zikmakî jêneveger e.”
‘SÎNOR JI BO ZARAVAYÊN KURDÎ ASTENGIYA DIJWAR E’
Zimanzan Resûl Geyîk jî li ser mijara “Zimanê dayikê û perwerdehî” ji beşdarvanan re axivî. Geyîk destnîşan kir ku pirsgirêka qedexeya li ser ziman û perwerdehiya zimanê dayikê pirsgirêkek bingehîn a civakan e û wiha axivî: “Zimanê me zimanek dewlemend e. Em wek civaka kurd ji perwerdehî û gelek hêmanên ziman mehrûm mane. Em kurd nîv zimanî mane. Bandora mezin a li ser nîv zimanbûyînê jî pişaftin e. Perwerdehiya li dibistan û zanîngehan tê dayîn têr nake. Divê mirov taybetmendî û girîngiya zimanê xwe ji bîr neke. Divê materyalên zimanê kurdî li gorî ergatîf û zayendî bên amadekirin. Sînor ji bo zaravayên zimanê kurdî hevrû bibin astengiyek dijwar e. Divê hemû materyal li gorî rêgezên ziman bên nivîsandin. Em li gelek herêmên Kurdistanê dikarin mînakên li ser zarava û dengên kurdî bidin. Dengê zimanên Qoser, Dêrik û Nisêbîn ku navçeyên heman bajarîne jî ne li gorî hev in. Karê ziman karê sebrê ye. Lê mixabin em kurd jî bê sebrin.”
‘DI PARASTINA ZIMAN DE PARA MEDRESE Û DENGBÊJAN HEYE’
Her dawî Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê û zimanzan Kadrî Yildirim jî li ser mijara “Astengiyên li ser ziman” agahî dan. Yildirim bi gotina “Ez hemû şehîd û cangoriyên zimanê kurdî û yên cîhanî bibîr tînim” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî tê dayîn ne têkoşînek rojane têkoşînek bi sedan salan e. Yildirim anî ziman ku ne pêkane di dîroka ziman û wêjeya kurdî de ked û zanistiya Ehmedê Xanî bê jibîrkirin û got: “Di parastina zimanê kurdî de para medrese û dengbêjan heye. Keda wan nayê jibîrkirin. Ji bo pêşketina ziman, mîmarê zimanê kurdî Celadet Elî Bedîrxan rolek mezin lîstiye.”
‘JI BO BERJWENDIYÊN XWE ZANÎNGEH VEKIRIN’
Yildirim destnîşan kir ku yek ji her astengiyên li pêşiya zimanê kurdî ew e ku mohra fermiyetê li ser zimanê kurdî nehatiye xistin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Zimanê me wek zêr û zîv hêja ye. Ji ber statûteyek fermî ya gelê kurd tune ye, kes mohra fermiyetê jî li zimanê kurdî naxe. Zanîngehên kurdî ku hatin vekirin jî ji bo me bû tecrûbeyek, ka çi zextan li ser zimanê me dikin. Hikûmetê ji bo polîtîkayên xwe zanîngehên kurdî vekirin û zimanê me ji bo cematên xwe di nav hev de parve kirin. Zimanê kurdî wek milkê bavê xwe parve dikirin. Lê me bi ya wan nekir û em xwedî li zimanê xwe derketin. Mafê nasîna ziman edaleta herî mezin e. Ji bo kurdî hin gavên qels avêtin. Ji bo berjewendiyên siyaseta xwe Qurana pîroz jî wergerandin kurdî. Me dêna xwe dayê wergerandina Quranê ji bo kar û barên serokatiya xwe çêkirine.”
‘AZADIYA ZIMAN BI YEKÎTIYÊ VE GIRÊDAYÎ NE’
Yildirim têkildarî xwedî derketina ziman rexne li siyaseta kurd kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo xwedî derketina ziman, em siyaseta kurd jî qels li zimanê xwe derdikevin. Hêj em di nav siyaseta partiya me de nikarin komîsyonek ziman û çandê ava bikin. Derdê mezin em bixwe ne. Li şûna em gazinan ji dewletê û dewletan dikin, divê beriya her kesî em xwedî li zimanên xwe derbikevin. Astengiyek pir mezin li pêşiya zimanê me heye. Divê em zimanê xwe ji dewlet û feraseta qedexekar nexwazin. Divê em ji wan hêviya azadkirina zimanê xwe nekin. Di warê fermiyeta ziman de divê em baweriya xwe bi dewletê neynin. Heke ku mohra fermiyetê li ser zimanê me tune be, dê astengiyên li ser zimanên me jî bidome. Azadiya zimanê kurdî bi yekîtiye neteweyî ya kurd ve girêdayî ne. Xanî bi sedan sal berê fermiyeta ziman bi yekîtiya kurdan ve girêdayî ne.”
Panel bi pirsên beşdarvanan ên li ser ziman û bi bersivdayîna axaftvanan bi dawî bû.