MÛŞ- Li navçeya Kopê, ji 15 kesên hefteyek berê hatin binçavkirin 5 jê hatin girtin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê, polîsan di 15'ê Sibatê de di avêtina ser gelek malan de gelek kes binçav kiribûn. Hevserokê HDP'ê yê Kopê Hakîm Kaçî, Sami Kurtmeral, Nuri Karaçelik, Remzi Karaçelik, Abdurrahman Aydogdu, Alîgirê Hevşaredariya Navçeyê ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin Mahfuz Selvi, Nezvet Kesik, Menzer Karabalik, Mehmet Emin Karabalik, Cemil Temizer, Ziya Bingol, kesê bi navê Suleyman ku paşnavê wî nehat zanîn û 3 kesên li bajaroka Yoncaliyê hatibûn biçav kirin. Piştî karên li emniyetê 15 kesên der barê wan de lêpirsîn hat vekirin sewqî Edliyeya Mûşê hatin kirin. 15 kesên dozgeriyê îfadeya wan girt, sewqî dadgehê hatin kirin.
Ddagehê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" der barê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Hakim Kaçi, Sani Kurtmeral, Nuri Karaçelik, Nevzat Kesik û Cemil Temizer de biryara girtinê da.
5 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.