ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî, ji bo hin dosyeyan bikin yek, taloqî 17’ê Gulanê kirin.
4’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a girtî ya di 16’emîn Dadgehê Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin, li salona danişîna Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.
Yuksekdag a 15 mehin li Girtîha Tîpa F Kandirayê tê gitin, beşdarî danişînê nebû. Rayedarên dadgehê şandeyên ji balyozxaneyên Fransa, Îsvîçre, îsveç û Norveçê hatin negirtin hûndir. Şandeya dadgehê piştî hevdîtinan, ji şandeyan tenê hişt ku Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Navbeynkariya Parlamentoyan Îngeborg Shcwarz-Zupurolî beşdarî danişînê bibe. Ligel vê yekê polîsan diyar kirin ku walîtiyê ferman daye û xwestin beşdarbûna Shcwarz-Zupurolî astengdar bikin. Serokê dadgehê diyar kir ku ewê derbarê kesên beşdarbûna Îngeborg Shcwarz-Zupurolî ya danişê asteng bikin de, dê serlêdana sûc bikin. Li ser vê yekê Zupurolî beşdarî danişînê bû.
Parêzerê Yuksekdag Îlknur Alcan, parastin kir û got: “Biryara dewam kirina girtina Yuksekdag ne hiqûqiye û binpêkirina mafane.” Şandeya dadgehê biryara navberê ragihan û doz taloqî 17’ê Gulanê kir.