DÎLOK – Li Dîlokê bi hinceta parvekirinên medya civakî ji 19 kesan 18 kes bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.
Li navenda Dîlok û navçeya wê Nîzîpê di 13’ê sibatê de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan 19 kes derxistin edliyê. Şefîm Sondu, Hmer Kazak, Nîzar Şen, Seyît Riza Demîr, Azad Îder, Serhat Bayer, Tabîp Kiliç ji di nav de 19 kes bi îdiaya bi riya medya civakî “Propaganda rêxistinê kirine” sewqê dadgehê hatin kirin. Dadger kesek bi şertê kontrola edlî berda û 18 kes girtin.
Yên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê.