MÊRDÎN – Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan ku 14 rojan di bin çavan de ma û hat berdan, diyar kir ku li ser daxwaza polîsan bi awayekî kêfî hatiye binçavkirin û ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiriye, bi rontgenê ew tehdît kirine.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 5'ê Sibatê de li Taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin, duh bi şertê venêrîna edlî hat berdan. Gokkan destnîşan kir ku bi awayekî kêfî hatiye binçavkirin. Gokkan bi lêv kir ku 14 rojan di bin çavan de maye û binçavkirin bi awayekî kêfî hatiye kirin. Gokkan diyar kir ku ew ji ber doz an jî lêpirsîneke ku der barê wê de hatiye vekirin nehatiye binçavkirin û got: "Li ser daxwaza polîsan hatim binçavkirin. Kêfiyeta polîsê dewletê bû. Paşê gotin dozgeriyê der barê te de biryara girtinê daye. Dema min xwest biryarê bibînim, tiştek nîşan nedan. Çimkî belgeyeke wisa tune bû."
‘JI BER FERZKIRINA TAZÎ QEBÛL NEKIR BI RONTGENÊ GEF LÊ XWARIN'
Gokkan destnîşan kir ku piştî hatiye binçavkirin, destên wê ji paş ve hatiye kelemçekirin û wê birine Emniyeta Nisêbînê. Gokkan destnîşan kir ku li emniyetê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, lê belê wê ev sepandina skandal red kiriye û wiha axivî: "Bêyî fermana dozgeriyê tu peywirdar nikare sepandineke wisa li keseke di bin çavan de ferz bike." Gokkan bi lêv kir ku ji ber wê ev ferzkirin qebûl nekiriye wê birine nexweşxaneyê û gefa kişandina rontgenê lê xwarine. Gokkan got: "Tu peyv nayê bîra min ku vê rewşê rave bikim. Rewşeke ewqas bêhed e ku di pênasekirina wê de ditengijim."
‘ÊDÎ POLÎS DOZGERIYAN JÎ BI RÊ VE DIBIN'
Gokkan ku got "di hucreyeke genî de 3 rojan mam û min nikaribû xwarinê bixwe" diyar kir ku ji ber nêvengeke ku mirov nikaribû lê xwarinê bixwe tune bû wê tiştek nexwariye û wekî ew di "greva birçîbûnê" de be nêzî wê bûne. Gokkan ku got "êdî polîs dozgeriyan jî bi rê ve dibin" wiha axivî: "Polîs dibêjin wê evqas roj bimîne û dozger jî bi lez pesend dike. Di dema binçavkirinê de tim bi êrîşên ku hewl didan vîna min bin pê bikin re rû bi rû mam."
Gokkan destnîşan kir ku ew hîn nebûye ka îxbara der barê wê de çi bûye û di dema îfadedayînê de tim pirsên der barê çalakiyên dosyeyên berê de dihatin pirsîn. Gokkan destnîşan kir ku bi bahaneya îxbarê tê xwestin ku nebaweriyekê têxin nava gel û domand: "Polîsek li polîsê din digere û navê vê dibe îxbar. Armanca vana ew e ku nebaweriyê têxin nava gel. Êdî huqûq di nav lepên polîsên derewîn de bûye pêlîstok."