AMED - Li Amedê şaxeke xeleka marketan a bi navê A101, piştî navê "Şaxên Zeytûnê" li êrîşên li dijî Efrînê hatin kirin dest bi firotina şitilên zeytûnan kir. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku ew ê careke din ji marketê tiştekî nekirin û bertek nîşan dan.
Xeleka marketan a bi navê A101 jî têkildarî operasyona Efrînê ya TSK û OSO li dijî Efrînê dan destpêkirin, bi awayekî "derûniyî" di operasyonê de cihê xwe girt. Li Amedê ku bi dehan şaxên A101'ê hene, Şaxa Dîclekentê piştî êrîşên li dijî Efrînê wekî "Şaxa Zeytûnê" hatin binavkirin, şitlên zeytûnê li nav berên xwe bi cih kir. Welatiyên li devera ku market lê ye rûdinên, destnîşan kirin ku bi vî awayî tê xwestin ku peyamekê bidin gelê herêmê.
‘A101 XIZMETA ŞER DIKE'
Şêniyên taxê M.Y. û S.Ç. diyar kirin ku bi salan e ew li taxê rûdinên û bi salan e tiştan ji A101'ê dikire û cara ewil e ku ew di nav beran de şitla zeytûnê dibînin. M.Y. bi lêv kir ku li nav beran bicihkirina şitla zeytûnê tê wateya destekkirina mirina sivîlan û A101 bi vî awayî xizmeta şer dike. Şêniyê bi navê S.Ç. jî destnîşan kir ku A101 li hemberî hestên gelê herêmê yên bi salan e doza aştiyê dikin, bi awayekî provakatîf tev digere û ji ber vê sekna wê ew ê careke din tiştekî jê nekirin. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku divê herkes bertek nîşanî vê yekê bide.
Têkildarî mijarê em li xeta xizmetên kirîgeran a A101'ê geriyan. Xizmeta kirîgeran diyar kir ku şaxên wan şitlên zeytûnan nafiroşin, lê belê hin market dikarin bi awayekî taybet şitlên zeytûnan têxin nav berên firotinê. Her wiha rayedar, ji bo pirsa firotina şitlên zeytûnan a ji aliyê Şaxa Dîclekentê ve tê firotin û têkiliya wê ya bi "Operasyona Şaxa Zeytûnê" re jî got: "Ez nikarim der barê vê mijarê de tiştekî bibêjim."
MA / Cihan Olmez