STENBOL – Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran berdana rojnameger Denîz Yucel û di heman rojê de birîna cezayê muebeta giran a li Altan ên birayê hev û Ilicak wek “Sosreta hiqûqê” bi navkirin û gotin “Me van biryarên kêfî di 27’ê Gulan, 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê di dema dîkatoriya leşkerî de gelek dîtin.”
Nûnerê rojnameya Die Welt a Elman ê Tirkiyeyê Denîz Yucel nêzî salekê di girtîgehê de ma bêyî îdianameya wî bê amadekirin, piştî hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîra Elmanya Angel Markel hat berdan. Di heman roja Yucel hat berdan de dadgehê ceza li rojnameger Ahmet Altan û Mehmet Altan ên birayê hev û rojnameger Nazli Ilicak barand û cezayê muebetê yê giran li wan birî.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û Serokê Giştî yê Basin Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şorşeger (DÎSK) Faruk Eren biryara di heman rojê de ji borjnamegeran hat dayîn nirxandin.
'ME BIRYARAN DI DEMA DÎKTA LEŞKERÎ DE JÎ DÎT’
Serokê Giştî yê Basin Îşê Faruk Eren diyar kir ku girtina Yucel û lînckirina ji aliyê siyasetmedar û çapemeniya alîgir ve wek “sosreta hiqûqê” şîrove kir û got: “Berdana Yucel ‘sosret e.’ Di heman rojê de cezayê muebeta giran dan Altan ên birayê hev û Ilicak. Ev jî berdewama ‘sosreta hiqûqê’ ye. Ji ber ku li welat hiqûq tune ye, ez naxwazim peyva sosret jî bikar bînim. Li welat mirov kêfî tên girtin û ji bo hin kesan çav tirsandî bike cezayê herî giran li rojanmegeran dibirin. Rewş ewqas xetere ku cezayê darvekirinê ranebûya dê 3 rojnamegeran bi darvebikirina. Ev hemû ji aliyê hêza zextan dide û welat birêve dibe pêk tên. Me van biryarên kêfî di 27’ê gulan, 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê di dema dîkatoriya leşkerî de gelek dîtin.”
'BIRYAR SIYASÎ YE’
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş jî destnîşan kir ku biryara ji bo rojnamegeran hat dayîn delîltiya biryarên siyasî ya pergala hiqûqa Tirkiyeyê dide nîşandan û got: “Denîz Yucel salek beriya niha bi sûcdariya ‘sîxûriyê’ hat girtin. Bêyî ku heta salekê îdianameya Denîz Yucel amade bikin û bêyî ku derbixin dadgehê wî ji azadiya wî desteser kirin. Denîz ji ber qeyrana di navbera Tirkiyeyê û Elmanya de dihat girtin. Piştî ku Serokwezîr Bînalî Yildirim got dê piştî 24 saetan bê berdan, piştî daxuyaniyê 24 derbas nebû hat berdan. Girtina Denîz wek ‘Dîlgirtina siyasî’ bû. Berdana wî vê yekê da nîşandan û bû delîlê ve yekê. Di heman rojê de dadgehê cezayê girankirî yê muebetê jî li Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak barand. Ceza barandina li her sê rojnamegeran bi hiqûqê nayê ravekirin. Li gel biryara AYM’ê, dadgehê ceza da rojnamegeran. Ev ceza biryarek siyasî ye. Divê dadgeh ne li gorî biryarên siyasî, divê ku li gorî hiqûqê biryaran bidin.”