STENBOL – Nivîskar Cenk Agcabey, diyar kir ku piştî şerê li Efrînê mehek derbas kir, siberoja Efrînê bêtir ronî dibe û wiha got: "Mehek şerê li Efrînê nîşanî me da ku êdî gelê Efrînê têk naçe û dîl nayê girtin. Tirkiye çiqas di aliyê çekan de pêşketî be jî êdî nikare Efrînê dîl bigire. Şer bidome jî tenê dê zêde mirov bên kuştin.
Şerê li ser Efrînê tê meşandin 32 roj li pey xwe hişt. Hikûmeta Tirkiye bi tang, top û balafiran 32 rojin êrîşî Efrînê dike. Heta niha nêzî 200 sivîlan jiyanaxwe ji dest dan. Zêdeyî 400 sivîl birîndar bûn. Têkildarî şerê li Efrînê tê meşandin nivîskar Cenk Agcabey ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
'SIBEROJA EFRÎNÊ DÊ GELÊ EFRÎNÊ DIYAR BIKE'
Agcabey, anî ziman ku di rewşa li Sûriye rewş ber bi dawî ve hat, dîsa bi şerê li ser Efrînê şer pir alî bûye û wiha got: “Bi şerê li ser Efrînê şerekî pir enî dest pê kir. Gelek kesên ku armcncên wan ên cuda hene ji bo berjewendiyên xwe êrîşî Efrînê kirin. Tirkiye ji destpêkê de dixwest Efrînê dagir bike. Lê daxwaza xwe ya dagirkeriyê îro dixe meriyetê. Tirkiye bi vê dagirkeriyê dixwaze nifûsa li gorî xwe dixwaze li wir bi cih bike û li gorî baweriya xwe ya îslamê ol pêş bixe. Lê piştî berxwedana gelê Efrînê êdî ev daxwaza Tirkiye xeyal e. Ji bo ku kurd nefesê nestînin û rêveberiyek kurdan li Sûriye ava nebe polîtîkayê pêş dixin. Hewldana dagirkeriya Efrînê hişmendiya li dijî rêveberiya gelê kurd e. Sûriye kirine maseya parvekirinê. AKP jî dixwaze bi vî şerî para xwe ji Sûriqe qut bike. Di vir de tişta siberoja Efrîne diyar bike berxwedana gelê Efrînê ye. Sekna gelê Efrînê dê siberoja Efrîn û Sûriye diyar bike."
‘GELÊ EFRÎNÊ GELEK BI RÊXISTIN E'
Agcabey, destnîşan kir ku gelê Efrînê gelekî bi rêxistin e û wiha lê berdewam kir: "Gelê Efrînê ji ber ku gelek bi rêxistin e, li dijî hemû cûreyên êrîşan di ber xwe didin. Dê berxwedana xwe jî berdewam bike. Gelê Efrînê nîşan da ku dê tu car teslîm nebe. Hikûmeta Tirkiye şovenizmê li gelê Tirkiye sor dike. Dewlet bi propaganda rastiyan vedişêre. Hewldana xwe ya dagirkeriyê rewa û mafdar nîşan dide. Hemû kesên muxalif yên li dijî vê yekê derdikevin jî li dijî vîna mîllî ye. Tayyip Erdogan bi îtîfaqa MHP'ê dixwaze îtîfaqa faşist li ser bingeheki xurt ava bikin. Li ser Efrînê propagandeyek mezin dimeşînin. Hemû derfetên civakî û derûnî dixin xizmeta xwe. Dixwazin polîtîkayên Tirkiye li gorî xwe nîzam bikim. Ji ber vê yekê dixwazin dagirkeriya Efrînê ji bo xwe bikin avantaj."
GELÊ EFRÎNÊ BERXWEDANA XWE NÎŞANÎ CÎHANÊ DA
Agcabey, anî ziman ku şerê Tirkiye yê li ser Efrînê 30 roj derbas kir û di mehekê de gelê Efrînê berxwedana xwe nîşanî Tirkiye û cîhanê da û wiha berdewam kir: "Gelê Efrînê bi berxwedana xwe ya mehekê polîtîkaya dagirkeriyê pûç kir. Êrîşên tund û dagirkeriya dijwar hestê gel ê berxwedanê bêtir xurt dike. Dibe ku Tirkiye di milê çekên pêşketî de serdest be. Lê gelê Efrînê di milê biryar, bawerî û vînê de bêtir xurt e. Dibe ku çekên Tirkiye gelê Efrînê bikuje û hêjmara miriyan zêde bike. Lê dê nikaribe bi van çekan Efrînê dagir bike. Gelê Efrînê nîşan da ku dîl nayê girtin. Tayyip Erdogan aşkere dibêje dixwaze perçeyek agar Sûriye dagir bike û li wir bi cih bibe. Dixwaze gelê Efrînê bi qetilkirinê ji wir koçber bike."
HELWESTA GEL DÊ SIBEROJÊ DIYAR BIKE
Agcabey, herî dawî anî ziman ku helwest û sekna gelê Efrînê gelek grîng e û dê siberoja Efrînê û Sûriye dîsa helwest, sekn û berxwedana gelê Efrînê diyar bike û wiha bi dawî kir: "Her ku êrîş zêde bibin dê hêjmara kuştiyan jî zêde bibe. Ji bo hêzên emperyalîst qîmeta kuştin û rijandina xwînê tune ye. Ew tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Têkiliyên AKP'ê yên di rojên dawî de bi DYA û Alman ya re pêş dikevin bi vê yekê ve girêdayî ne. Pêdivîya gelan herî zêde ji aştî û demokrasiyê heye."
MA / Yasin Kobulan