AMED - Zanyarê kurd Musa Anter ji ber ku bi kurdî li fîqê dabû, li qereqolê lêdan xwaribû, piştî 75 salan li Zanîngeha Dîcleyê vê carê lêdana bi dîmen derket holê. 2 xwendekar ji ber ku fîqa "Çerxa Şoreşê" lêdan, li ber kamerayan ew derb kirin, piştre der barê wan de heta 27 sal û nîvan doz hat vekirin.
Çîroka zanyarê kurd Musa Anter ya fîqa kurdî kesê nizane tune. Di sala 1943'yan de dema Anter Midurê Yurda Talebe ya Dîcleyê ya li Stenbolê ye, polîsên peywirdarê şaxa siyasî ya qereqolê bangî wî dikin û bi hinceta bi kurdî fîq lê daye, bi kulm û pehnan tê derbkirin û heqaret lê dikin. Apê Musa di pirtûka "Hatiralarim" (Bîranînên min) de wiha qala mijarê dike: "Min sedema wê pirsî. Komîser got ku 'Kuro xayînê kurê xayînan. Tu qusûra xwe nizanî?', min got 'Na.' Komîser got 'Radyoya we tune?', min got 'Heye.' 'Baş e, pîkaba we tune?' Min got 'Ew jî heye.' got 'Baş e, sey kure sa, ew qas plakên tirkî hene, hûn çi gûyî dixwen bi kurdî li fîqê didin?' Haaa ha, em ciwanên kurd û tirk ên ezîz ji vir tên."
Ev bûyera tirajîk a hevekî bi ken berî 75 salan bi serê Anter re derbas bû û gelek kesên ku dema guhdar kirine beşera wan bi êş be jî xweş bûye, heman şêweyî li Amedê qewimî. Xwendekarên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin, di 20'ê Adara 2017'an de dema li kampusa zanîngehê bi fîqê li "Çerxa Şoreşê" didin, tên binçavkirin û wan derb dikin. Piştre ji 8 salan heta 25 sal û nîv doz li wan tê vekirin.
HER TIŞT DI KAMERAYA POLÎSAN DE YE
Dîmenên ku polîsan di dema derbkirinê de kişandine û xistine dosyaya dozê, bi zelalî tê dîtin ku ciwanên bi kurdî li fîqê dane tên derbkirin. Di dîmena yekemîn de, ciwanên kurd li bin darekî rûnişin û polîs wekî welatiyekî sivîl diçe gel wan û ji wan dipirse ka li çi dixin. Xwedekarên ji vê aciz dibe ji wir diçe. Di dînenên din ên kameraya polîsan de jî xwendekarê Pola 4'emîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngehya Dîcleyê Suat Mustafa Şencî, bi kurdî li fîqê dide ô li li baxçeyê fakulteyê digere. Şencî yê bi kurdî li fîqê dide, dema dixwaze vegere polîsekî di destê wî de bêtêl heyî tê gel wî, bi hêr ji wî re tiştekî dibêje û bi milê wî digire. Şencî yê ku ji vê yekê aciz dibe, dixwaze milê xwe ji polîs xilas bike. Di vê navberê de polîs bi destê xwe Şencî dev dide, polîsên derûdorê bi gotinên wekî "Bigire bigire. Wî bigirin" û fermana binçavkirinê dide. Şencî dema ji polîs re dibêje "Tu çi dikî", polîsên din dora wî digirin, bi pêsîra wî digirin û destê xwe ba dike û gefan lê dixwen.
HATIN DERBKIRIN
Di dewama dîmenan de xwendekarên ku li bûyerê temaşe dikin, bi gotina "Hûn çi dikin" bertekê nîşanî polîsan didin. Polîs mudaxaleyê van xwendekaran jî dikin. Polîsên ku dor li Şencî girtine, demekî pêsîra wî digirin û bi kulp û pehnan li wî didin. Xwendekarên ku bertek nîşanî polîsan didin, jî tên derbkirin. Di vê navberê de xwendevanên li derûdorê dibêjin ku "li wan nedin", lê ruxmê vê jî polîs bi ser devkî li erdê xwendekaran dirêj dikin, destê wan bi piştê ve kelepçe dikin. Piştî demekê hêzên çevîk tên cihê bûyerê û mudaxaleyê xwendevanan dike. Polîs xwedevanên ku bin çav dike, ji wan re dibêje ku "xwe li erdê dirêj bikin" û bi ser wan de qîr dike. Xwedevanek dema hevalê wî binçav dikin, bertek nîşanî polîsan dide û dibêje ku "Ma mirovahî ev e? Mirovê li fîqê bide ev tişt li wî tê kirin. Berdin lo. Ez niha xwe bê deng nakim, hevalê min dibin."
Xwenevanên li derûdorê kom bûn, polîsek ji wan re dibêje ku "Belav bin. Vana belav bikin" û fermanê dide ku wan belav bikin. Ciwanê ku polîsan destê wî ji piştê ve kelepçe kiriye, ji wî re dibêjin "Kuro serê xwe bitewîne" û bi zorê serê wî ditewînin. 2 polîsên di destê wan de jop û mertal hene, bi ser xwendevaneke jin de diçin. Xwendevana bertek nîşan dide û dibêje ku "Zanîngeh ya min e, ez li ku bixwazim ez ê li wir bisekinim."
HETA 27,5 SALAN CEZA DIXWAZIN
Xwendevanên zanîngehe Huseyîn Kaya û Suat Mustafa Şencî yên tên derbkirin û 15 xwendevanên ku bertek nîşanê êrîşa polîsan dan, bi lêdanê tên binçavkiirn. Xwendevanên piştî 3 rojan di bin çavan de dimînin, serbest tên berdan. Serdozgerê Komarê yê Amedê, der barê 2 xwendekarên li fîqê didin û 10 xwendekarên din de îdianameyê amade kir. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebû kir û bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kirine", "Ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine", "Ji bo peywirê asteng bikin li ber xwe dane" û "Qanûna Meş Xwepêşandanan û Civînan a Hejmar 2911'an binpê kirine" der barê 12 xwendekaran de ji 8 salan heta 25 sal û nîv ceza tê xwestin. Di îdianameyê de 8 polîs wekî kesên gilîdar cih digirin, der barê 5 xwendevanan de biryara bê şopandinê dan.
Dozger bal kişand ser fîqa kurdî û îdia kir ku bi fîqa kurdî propagandaya rêxistinê kiriye. Şencî sûcdariyên der barê xwe de red kir û got ku min li cihê bûyerê ji rêzê li fîqê daye û ev jî bi tu awayî nabe sedema sûc. Polîsên ku îfade dan, der barê xwendevanên ku bi kurdî li fîqê dane de, serlêdana sûc kirin.
Dozger, bal kişand ser madeyên di îdianameyê de û xwest xwendevan bên cezakirin. Danişîna dozê ya yekemîn dê di meha Hezîranê de li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.
MA / Denîz Tekîn