EFRÎN – Hunermendên efrînî bang li hunermendên çûn ser sînorê Hatayê û piştgirî dan TSK’ê kirin û ev tişt gotin: “Mirovê bi wîjdan nejîn û nebîne ew nabe hunermend. Em bersivê didin wan hunermendên piştgiriyê dane dewleta tirk a mêtinger. Bijî berxwedana Efrînê.”
Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê mehek li pey xwe hiştin û ji bo êrîş bên rewakirin serî li her cure rêbazan tê dayîn. Artêşa Tirkiyeyê li dijî bersivdayîna gel û QSD’ê nikare bi pêş de biçe, vê carê jî hunermendên girêdayî xwe anî ser sînor û hunermendan piştgiriyê da êrîşên TSK'ê yên ku zarokan dikuje. Hunermendên li Rojava, Tirkiyeyê û Ewropayê bertek nîşanê vê hewldana "hunermendên" Tirkiyeyê dan. Hunermendên Êfrînê jî ev hewldana 'hunermendên' li Tikiyeyê bi tundî şermezar kirin û ew wekî "kesên bê wijdan" pênase kirin.
HUNERMENDÊN ÇIYAYÊ KURMÊNC SEFERBER BÛN
Yekitiya Hunermendan a di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc de xebatên xwe dike, ji 45 kesan pêk tên û pitre bûn kom. Navend berî 6 sal hat avakirin û gelek xebatên bi nirx kirin. Yekitiya Hunermendan di heman demê de xwedî komunê ye, di bin banê komuna hunerê de beşên wekî şano, wêne û dengbêjî hene. Li komunê perwerdeya tembûr, gitar, erbane, keman, ney û gelek beşên din tê dayîn. Têkildarî geşedanên li ser Efrînê xebatên çêkirina klîban jî dewam dikin.
Endamê komunê Hesen Mihemed 6 sal e xebatan dide meşandin û got ku di aliyê dîrok û têkoşîna kurdan de di rojên girîng de derdikevin ser dike û têkildarî wan rojan xebatan didin meşandin. Mihemed anî ziman ku ew li ser herêmê xebatên hunerî didin meşandin û wiha axivî: “Em wekî gel li dijî êrîşan seferber bûne. Em hunermendên gelên xwe ne. Li kêleka gel her roj em li kolanan stranên berxwedanê dibêjin.”
'HUNERMEND LI GEL MAZLUMAN CIH DIGIRIN’
Hunermend Ehmed Elî jî nerazîbûn nîşanê "hunermendên" ku piştgirî dan êrîşên Tirkiyeyê da û wiha axivî: “Bi hezar salan e hunermend li gel rastiyê û gelê mazlum cihê xwe girtiye. Heke hunermend li kêleka faşîzmê cihê xwe bigirin, ev nayê qebûlkirin û şerma herî mezin e. Karê hunermend ew e li cem êş û hezkirinên gel cihê xwe bigirin. Divê piştevaniyê nedin kesên komkujiyê pêk tînin. Ez wekî hunremendekî vê yekê qebûl nakim û ez vê yekê layîqî hunermendan nabînim. Ew ne hunermend in.”
‘EM LI DIJÎ ÊRÎŞAN BI HUNERA XWE TÊ DIKOŞIN’
Endamê komunê Huseyîn Xanî jî diyar kir ku hunermendên ku hatin ser sînor û pişgiriyê dan TSK'ê, pir aşkere pişgirî dane komkujiyê û wiha got: “Hunermendên ku talan, dizî û hilweşandinê er ê dikin, ew hunermendên mêtingeriyê ne. Em wekî hunermendên Efrînê xwe şoreşger pênase dikin. 6 sal e bi hemû hest û hilberîna xwe em di şoreşa li Sûriyeyê de cih digirin û dixwazin bibin dengê gel. Ji bo em li dijî tunekirin û qirkirinê bibin bersivek, têkoşînê didin. Dewleta faşîst a tirk bi êrîşên giran bi ser me de tê. Em jî wekî hunermendên gelên Efrînê li dijî van êrîşan tê dikoşin.”
‘HESTÊ HUNERMEND HESTÊN WÎJDANÎ NE’
Hunermend Newroz Silêman anî ziman ku hunermendên jin di berxwedana Efrînê de cih digirin û wiha pê de çû: “Em dixwazin bi deng, tembûr û hestên xwe berxwedana Efrînê li hemû cîhanê belav bikin. Yên ku dibêjin ‘Em ê Efrînê bistînin’ bila baş bizanibin, ew ê di Efrînê de têk biçin. Di cewhera hestê hunermendan de, hestê wîjdanî hene. Mirovê bi wîjdan nejî û nebîne, ew nabe hunermend. Em bersivê didin wan 'hunermendên' ku piştgirî dan dewleta tirk a mêtinger. Bijî berxwedana Efrînê.”
MA / Nazim Daştan – Selamî Aslan