STENBOL – Mehmet Emîn Başaran, bavê girtiyê nexweş Îdrîs Başaran e. Başaran bi nexweşîna epîlepsiyê ketiye û li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê dimîne û ji ber ku li ser piyan hejmarî qebûl nekir gardiyanan ew derb kir. Bav Başaran got ku tiştek bê serê kurê wî, dê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul berpirsiyar be.
Li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê ku bi nexweşîna epîlepsiyê ketiye, ji ber ku li ser piyan hejmarî qebûl nekiriye tevî hevalên xwe yên li koxûşê hatin derbkirin. Hat diyarkirin ku ji ber vê Başaranê 24 sal in di girtîgehê de ye, krîza dil derbas kiriye. Bav Mehmet Emîn Başaran diyar kir ku kurê wî Îdîrs Başaran di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, gardiyanan êrîşî wî kiriye. Başaran destnîşan kir ku Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê di sala 2015'an de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye kurê wî.
‘BI ERDÊ VE KIŞ KIRIN'
Başaran di sala 1994'an de li Edeneyê hat girtin û heta niha bi dorê li girtîgehên Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê maye û 10 meh in jî li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê dimîne. Bav Başaran, bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê ji ber ku kurê wî girtiyê herî kevn e, bi hinceta girtiyên din bi rêxistin dike, tim bi zext û zordariyê re rû bi rû dimîne. Bav Başaran, Îna borî bi kurê xwe re hevdîtin kir û ev tişt got: "Dema gardiyan davêjin ser koxûşên wan, ji ber Îdrîs nexweş e li ser nivîna xwe dirêj dike. Dema girtiyên din hatine derbkirin Îdrîs hewl daye rabe ser piyan, Îdrîs ketiye erdê û krîza dil derbas kiriye. Tevî vê rewşa xwe gardiyan bi pehîna li pişta wî û milên wî dixin. Paşê destên wî kelemçe dikin û dibin odeya sînger."
Bav Başaran, diyar kir ku ji ber kelemçe pir tên şidandin, destên kurê wî diwerimin û girtiyên din jî ser çavên wan birînî bûne. Bav Başaran aşkera kir ku îdareya girtîgehê girtî di vî halî de hiştine û ew sewqî nexweşxaneyê nekirine.
‘BERPIRSIYAR WEZÎRÊ DADÊ YE'
Bav Başaran da zanîn ku çewisandinên li girtîgehan amadekariyên ji bo sepandina cilên yek tîp in û wiha pê de çû: "Bila dev ji vê yekê berdin. Badilhewa wisa dikin. Wê zarokên me wan kincan li xwe nekin." Başaran nêzîkatiya dewletê ya li dijî girtiyan rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê ne Îdrîs, girtiyên din jî nayên dermankirin û îşkenceyê li wan dikin. Dema cenazeyên girtiyan ji girtîgehê dertên jî dibêjin 'sax' in. Ev dewlet ji miriyên me jî ditirse."
Bav Başaran derbirî ku divê civak ji bo rewşa girtiyên nexweş bi hesasiyet tev bigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger tiştek bê serê wan Wezîrê Dadê berpirsiyar e. Berdêla wê çi dibe bila bibe ez ê dev ji berpirsiyaran bernedim. Ez ê heta dawiyê doza mafên zarokên xwe û hevalên wî bikim."