EFRÎN – Di dema ku nîqaşa têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re berdewam dike de, du birayên di nava DAIŞ’ê de niha di xeta navçeya Şiyê ya Efrînê de bi komên OSO'yê re di êrîşan li dijî Efrînê de cih digirin.
Dewleta tirk bi taybetî Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û hikumeta AKP’ê, her çendî bêjin ku têkiliya wan bi DAIŞ'ê re tune jî, lê heta niha gelek belge, wêne û dîmenên xûrt derketin holê ku DAIŞ’ê bi dewleta tirk re di nava têkiliyan de ye. Di êrîşa li dijî dagirkirina Efrînê de, dihat îdiakirin ku gelek endamên DAIŞ’ê bi komên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ya girêdayê dewleta tirk, di êrîşa dagirkirinê de cih girtine.
Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan û Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) OSO’yê wekî “Artêşa Neteweyî” an jî “Kuvayi Millî” pênase dikin, ligel vê yekê jî nakokî, metirsî û bê baweriya wan a li dijî hev, dikin û nakin di ser erdê de nikarin pêşveçûnekî pêk bînin.
‘ARTÊŞA NETEWEYÎ’ YA ERDOGAN ENDAMÊN DAIŞ’Ê NE
Di demekî ku nîqaşa têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re berdewam dike de, du birayên ku 3 salan di nava DAIŞ’ê de cih girtin, niha li gundên dora navçeya Şiyê ya Efrînê bi komên OSO'yê re di êrîşên dagirkirinê de cih digirin. Navê her du birayên DAIŞ’î Mustafa û Abdurahman Ecelî û navê bavê wan Abdulah, navê dayika wan Fatma, eslê xwe ji gundê Şimêrin a girêdayê Ezazê ne.
Tê gotin ku gelek endamên DAIŞ’ê jî cihê xwe di nava komên OSO'yê yên girêdayên dewleta tirk de digirin. Bi vê yekê jî careke din îsbat bû ku têkiliyên dewleta Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re qût nebûye û hat diyarkirin ku heke ew qas êrîşên li dijî Efrînê pêk hatibin, ev ji bo zindîkirina ruhê DAIŞ’ê û rakirina tola Kobanê, Minbic, Reqqa û Dêra Zorê ye.