ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN

* Zanyarê kurd Musa Anter ji ber ku bi kurdî li fîqê dabû, li qereqolê lêdan xwaribû, piştî 75 salan li Zanîngeha Dîcleyê vê carê lêdana bi dîmen derket holê. 2 xwendekar ji ber ku fîqa "Çerxa Şoreşê" lêdan, li ber kamerayan ew derb kirin, piştre der barê wan de heta 27 sal û nîvan doz hat vekirin.

* Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Kurdî Bilal Yildiz, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bang li hemû kesan kir ku tev li daxuyaniya 21'ê Sibatê ya li Taksîmê bibin. Yildiz, diyar kir ku bi OHAL’ê re hemû tiştên bi kurdî hatine qedexekirin. 
 
* Temur Taşdemîr ê 62 salî li Girtîgeha Mamakê li dijî cilên yek tîp li ber xwe da, piştî bi salan mijara cilên yek tîp careke din hat rojevê û li der ve ber xwe dide. Taşdemîr got ku "Ev peywir ji kesên li hundur zêdetir, dikeve ser milê kesên li derve."
 
* Di dema ku nîqaşa têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re berdewam dike de, du birayên di nava DAIŞ’ê de niha di xeta navçeya Şiyê ya Efrînê de bi komên OSO'yê re di êrîşan li dijî Efrînê de cih digirin. 
 
* Zimanzan Necmiye Alpay bal kişand ser girîngiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û ev tişt got: “Polîtîkayên desthilatdariyê yên demên dawî li ser ziman û wêjeya kurdî, vegeriya polîtîkaya 12'ê Îlonê. Çi dibêjin ‘Dê hemû zarok bi zimanê tirkî bên perwerdekirin.' Ev di makeqanûna 12’ê Îlonê de cih digirt.” 
 
* Mehmet Emîn Başaran, bavê girtiyê nexweş Îdrîs Başaran e. Başaran bi nexweşîna epîlepsiyê ketiye û li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê dimîne û ji ber ku li ser piyan hejmarî qebûl nekir gardiyanan ew derb kir. Bav Başaran got ku tiştek bê serê kurê wî, dê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul berpirsiyar be. 
 
* Mehmet Arpacioglu, bi kokên Ribêsa ku bi lêkolînan jî hatiye pesendkirin ku ji bo pençeşêrê baş e, debara xwe dike. Arpacioglu got ku dema koka Ribêsê bê kelandin û vexwarin, ji bo nexweşîna şekir, dil, made û bêhnçikandinê baş e. 
 
* Hunermendên efrînî bang li hunermendên çûn ser sînorê Hatayê û piştgirî dan TSK’ê kirin û ev tişt gotin: “Mirovê bi wîjdan nejîn û nebîne ew nabe hunermend. Em bersivê didin wan hunermendên piştgiriyê dane dewleta tirk a mêtinger. Bijî berxwedana Efrînê.”
 
* Sibê 'Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê’ ye. Li Tirkiyeyê her çiqas ji hêla desthilatdariyê ve tundiya li ser zimanê kurdî dewam bike jî gele kurd li dijî pişaftinê têkoşîna xwe berdewam dike.
 
* Prof. Dr. Fatmagul Berktay, bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê û got ku ev girêdayê "kêmbûna mêraniyê" ye û bi wê ve girêdayî "krîza zilam" derketiye pêş û ev tişt got: "Kar ketiye ser milê me, divê jin têkoşîneke bi zanebûn bimeşînin."
 
* Lîstikvan Nazmî Karaman, diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan zêde bûn û vê yekê bandor li ser dika şanoyê jî kir û ev tişt got: "Dema hemû derfet ji destê we girtin, hûnê afrîneriya xwe derxin pêş. Tişta ku me bigihîne ronahiyê jî ev e." 
 
* Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin dê serî li Serdozgerê Komarê yê Bursayê bidin. (10.00)
 
* 12'emîn danişîna doza Kanya Xezalan dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balî bikişîne ser çalakiya rojiya mirinê ya Dîren Coşkun a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, dê ji Miduryeta Giştî ya Ceza û Wezareta Edaletê re li Postaxaneya Galatasarayê faks bişîne. (12.00)
 
* Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê dê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê li Şaxa Hejmar 1 a Egîgîm Senê panelê li dar bixe. (15.00)

Sernavên din

20/02/2018
09:27 Berktay: Krîza mêrantiyê heye
09:26 Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike!
09:25 Hunermendên Efrînê: Yê bi wîjdan nejîn nabe hunermend
09:24 Bi koka Ribêsê şîfayê belav dike
09:23 Bavê girtiyê nexweş ê hat derbkirin: Berpirsiyar Wezîrê Dadê ye
09:22 Alpay: Polîtîkaya li ser ziman vegeriya polîtîkaya 12’ê Îlonê
09:21 Îsbata ku DAIŞ’î bi dewleta tirk re êrîşê Efrînê dikin!
09:16 'Em berxwedana derve û hundur bikin yek'
09:16 Ji bo roja ziman bang: Di 21'ê Sibatê de li Taksîmê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN
19/02/2018
21:17 Îdiaya de reya kerwane leşkerî bombe bikin
21:00 Tirkiye di çavdêriya Rûsya de Efrîne topbaran dike!
18:30 Qeyûmê Êlihê navê Ahmet Kaya, Edîp Solmaz û Mehmet Sîncar rakir
18:12 Li Sûrê cîsmek teqîya: 2 zarok birîndar bûn
18:11 25 kes li Erdexanê hatin binçavkirin
17:51 Piştî 61 rojan ji 267 cenazeyan tenê cenazeyek teslîm kirin
16:25 HDP'ê peywirdarkirina nû ya partiyê diyar kir
15:44 Dadgeha Îstînafê 6 sal cezayê parlamenter Ozkan xera kir
15:40 Wê rewşa girtina parlementera HDP'ê Yildirim di 20'ê Adarê de bê nirxandin
15:26 Jinan piştgirî da Coşkun a di rojiya mirinê de ye
15:02 TSK gundên Efrînê bombe dike: 2 welatî mirin 8 welatî birîndar bûn
14:51 Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê
14:35 Li Şirnexê 32 kes hatin berdan
14:27 Gardiyanan girtiyên 'nîzama leşkerî' qebûl nekirin derb kirin
14:16 HDP’iyên hatibûn binçavkirin dê sibê derbixin dozgeriyê
14:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan şandin Rizeyê
14:06 Doza Serêkaniyê dê bibin AYM’ê
13:37 Li girtîgehên Xarpêt û Kirklareliyê girtî tên îşkencekirin
13:17 Ayşe Gokkan hat berdan
13:16 Parêzer: 6 rojin Kemalbay bi awayekî kêfî di bin çavan de ye
13:05 Umut 65 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
12:39 ‘Medya di rewşa şer de zimanê nifrinê pêş dixe û pere qezen dike'
12:21 Ayla Akat Ata hat binçavkirin
12:09 Li Marmarîsê gelek DBP'î hatin binçavkirin
12:03 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan nehat berdan
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin