EFRÎN – Nîqaşa gelo dê Artêşa Rejîma Sûriyeyê were Efrînê hêj berdewam dike, tê gotin ku Tirkiye û OSO dê rêya ku karwanê leşkerên bê Efrînê topbaran bike.
Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li dijî Efrînê berdewam dike û şervanên YPG/YPJ û QSD’ê bi berxwedanek mezin bersivê didin êrîşan û nahêlin hêzên wan bi pêş de biçin. Di van rojên dawî de tê gotin ku dê Rejîma Sûriyeyê leşkeran bişînin Efrînê. Li gorî agahiyên ku komê di nava OSO’ê de parve kirine, dê Tirkiye rêya karwanên leşkerên Rejîma Sûriyeyê bi balafir û topan bombe bike.
DÊ JI HERÊMÊN ÇAVDÊRIYA RÛSYAYÊ DE TOPAN BAVÊJIN!
Li gorî agahiyan, ev topbarana ku dê bê kirin, dê ji baregehên leşkerî yên TSK'ê ya ji herêma Şêx Berekat, Selwê û Çiyayê Şêxkiras a Idlibê bê kirin û ev herêm di çavdêriya Rûsyayê de ye.
Tê zanîn ku ev herêm di Civîna 7'emîn a Astanayê de wekî “heremên kêm pêvçûn” hatibûn îlankirin û di bin çavdêriya Rûsya, Îran û Rejîmê Sûriyeyê de ne.
MA / Erdogan Altan