ÊLIH - Qeyûmê şaredaya Êlihê navê Şaredarê Êlihê yê berê Edîp Solmaz û Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar yên hatin kuştin û Hunermend Ahmet Kaya ku li penaberiyê jiyana xwe ji dest da rakir û li şûna wan navê cuda danî.
Qeyûmê Êlihê bi biryara sernavê "Biryara Meclîsa Şaredariyê ya Meha Sibata 2018'an" navê Şaredarê Êlihê yê berê Edîp Solmaz û Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar yên hatin kuştin û Hunermend Ahmet Kaya ku li penaberiyê jiyana xwe ji dest daye, yên ku li ser Malên Gel hatibûn nivîsandin, rakir.
Qeyûm, li şûna navê Mala Gel a Edip Solmaz navê; BATMAN BELEDİYESİ BEŞEVLER MAHALLESİ BİLGİ EVİ danî. Li şûna navê Mala Gel a Mehmet Sincar navê; BATMAN BELEDİYESİ PETROLKENT MAHALLESİ BİLGİ EVİ danî. Li şûna navê Mala Gel a Ahmet Kaya jî navê; BATMAN BELEDİYESİ HUZUR MAHALLESİ BİLGİ EVİ danî.