ERDEXAN /ERZIROM - Li Erdexanê leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt û endamê meclîsa HDP'ê jî di navde 25 kes binçav kirin.
Li Erziromê jî ji 40 kesên ku beriya kongreya HDP'ê hatibûn binçavkirin duh 39 kes û îro jî Meral Alagoz Îmre serbest berdan.
Leşkeran serê sibê li Erdexanê û navçeyên wê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de di navde endamên Meclisa HDP'ê Şafak Ozanlî û Dr. Taşkin Ataş, Prz. Yaşar Kaya û Hevserokê HDP'ê yê Bajar Ergul Koç jî di navde 25 kes binçav kirin. 25 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Erdexanê. Hat diyar kirin ku dibe kesên hatine binçavkirin bên berdan.
40 KESÊN LI ERZIROMÊ HATIBÛN BINÇAVKIRIN TEV HATIN BERDAN
Ji 40 kesên ku beriya kongreya HDP'ê ya Gişti hatibûn binçavkirin jê 39 kes duh li midûriyeta polîsan hatin berdan. Îro jî Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Qunûsê Meral Alagoz û Îmre îro derxistin Edliyê. Pîştî Îmre, îfade da dozger, dozger bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî bi şertê qedexa derve welat Îmre, serbest berda.