MÛŞ – 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê der barê Wekîla HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan de 6 sal cezayê hepsê birîbû. 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliya Herêmê ya Erziromê ceza xera kir û xwest doza Ozkan ji nû ve bê dîtin.
Girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Burcu Çelîk Ozkan didome. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê 6 sal cezayê hepsê li Ozkan birîbû. Ozkan li dijî ceza îtîraz kir û bi encam bû. 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliya Herêmê ya Erziromê (Îstînaf), biryara dadgeha herêmî xera kir û xwest doza Ozkan ji nû ve bê dîtin.
2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliya Herêmê ya Erziromê biryar da ku darizandina Ozkan li 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliya Herêmê ya Erziromê bê dîtin.