ENQERE – Li bendêye ku rêveber û endamên HDP'ê yên li Enqereyê hatibûn binçavkirin sibê derbixin edliyê.
Li Enqereyê di 17’ê sibatê de polîsan bi ser malan de girtibû û gelek siyasetmedaran binçav kiribûn. Polîsan, Endamê Lîjneya Lihevhatinê ya HDP’ê Seydî Firat, endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Atiye Eren, endama PM’ê ya HDP’ê Yagmur Yurtsever, Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemûr, Hevseroka HDP’a navçeya Etîmesgût Hatîce Kayaturan Markoç, Yasemîn Îldan, Dîlan Çetîn, Bariş Ozdemîr û Murat Bahadir binçav kiribûn û siyastmedar li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tên ragirtin.
Der barê Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê Fatma Kurtulan de jî biryara binçavkirinê heye.
Li gorî agahiyên parêzeran dan, dê îfadeyên siyasetmedaran îro bi dawî bibin û sibê jî derbixin dozgeriya Edliya Enqereyê. Parêzeran diyar kir ku rêveber û endamên HDP’ê li ser îxbarê hatine binçavkirin.