RIHA – Di doza Serêkaniyê ya bû sedema pêvajoya destpêkirina şer de, li gel ku delîlên şênber polîsan didin nîşandan jî dadger biryar nade. 6 dozger guherîn û mutalaya xwe ne nivîsandin. Li ser vê yekê parêzerên kesên girtî tên darizandin dê dozê bibin Dadgheha Destûra Bingehîn.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 20’ê tîrmeha 2015’an de du polîs bi guman hatin kuştin û bû sedemê xerakirina “pêvajoya çareseriyê” û rê li ber pêvajoya şer vekir. Danişîna 12’emîn a dozê dê sibê li 2’yem3in Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.
6 DOZGER GUHERÎN Û 6 CAR MUTALA HAT DAYÎN
Heta niha 6 dozgerên guherîn û ji bo mutalayê 6 caran dem hat veqetandin. 4 jê girtî 9 bersûc ji dozê tên darizandin. Di îdianameyê de bersûc Murat Abir, birayê wî Lutfî Abir û rêveberê DBP’ê yê Serêkaniyê Omer Kiliç ku tên dirazandin ji bo plansaziya kuştina polîsan li hember mala polîsan mal kirê kirine cih girtibû. Di danişîna 4’emîn a dozê de 3 bersûc bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Girtina bersûcan Huseyîn Aydin, Hasan Aydin, Mehmet Nacî Yilmaz û Sedat Aydin didome.
Şopên tiliyên li malê ên bi guman ên têkildarî bûyerê bi şopên tiliyên bersûcan re ne wekhev derketibû. Derketibû holê ku 10 şopên tiliyan ên li malê aîdî polîs Burak Koru ye. Lê di îfadeyên Burak Koru dabû de wiha îdia kiribû: “Ez li malê nemam.” Li gel şopên tiliyên polîs li malê hat dîtin jî ji bilî îfade girtina wî ti karek din nehatibû kirin.
‘EM Ê DOZÊ BIBIN AYM’Ê’
Ji parêzerên dozê Huseyîn Akay destnîşan kir ku ew ne li bendê ne ku encamek ji danişîna sibê derbikeve û got: “Heke ku tu encamek ji dadgehê dernekeve, em ê dozê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Li gel tu delîlên li ser 4 bersûcên girtî nayên dîtin jî lê ji ber ku encama dozê siyasî ye, biryar newêre biryar bide. Li gel şopa tiliya polîs hat dîtin jî, tu karek din nehat kirin. Li gel şopa tiliyê bersûcên me nehatin dîtin jî nayên berdan. Li gel şopa tiliyên polîs hatin dîtin jî lê dîsa serbest digere. Ev jî şerma dadgehê ye. Der barê miwekîlên me de darizandinek bê eleqew tê kirin.”
MA / Arjîn Dîlek Oncel