MÊRDÎN - Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan a di bin çavan de, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di 5'ê Sibatê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hinceta der barê wê de îxbareke hatiye kirin hat binçavkirin, piştî karên li Mudiriyeta Polîsan a Mêrdînê sewqî edliyeyê hat kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, Gokkan sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê bi şertê venêrîna edlî Gokkanê berda.