ENQERE - Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay, Sevgî Evren got: "Siyasetmedareke ku tim tê şopandin û hemû axaftinên wê tên tomarkirin. Ji kêfî delîl nayên berhevkirin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay 6 roj in di bin çavan de ye. Beriya Kongreya Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de hat lidarxistin, der barê Kemalbayê de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û di 13'ê Sibatê de dema ji bo îfadedayînê diçû dozgeriyê, li Edliyeya Enqereyê hatibû binçavkirin. Kemalbay a li Emniyeta Enqereyê tê girtin, gotibû binçavkirina wê dereqanûnî ye û ragihandibû ku dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Parêzera Kemalbayê, Sevgî Evren ev agahî dan: "Roja sêşemê 7 rojên wê yên binçavkirinê temam dibin. Em nizanin ka wê dozger dema binçavkirinê dirêj bike yan na. Jixwe 7 roj dema binçavkirinê bi tena serê xwe tiştekî kêfî ye. 7 rojan di bin çavan de ragirtina keseke ku hevserokatiya giştî ya partiyeke siyasî kiriye, kêfiyeta lêpirsînê aşker dike. Evqas derfetên teknîkî hene, lê ev lêpirsîn bi awayekî kêfî tê domandin. Ji bilî axaftin û daxuyaniyên Serpîl Kemalbayê tu tişteke ku bibe mijara tawanbariyê tune ye. Siyasetmedareke ku tim tê şopandin û hemû axaftinên wê tên tomarkirin. Ji kêfî delîl nayên berhevkirin."
Evren der barê greva birçîbûnê ya Kemalbayê de jî ev tişt gotin: "Pêdiviyên wê yên av û xwê bi cih tên, lê şekir nadinê. Wekî hincet dibêjin 'fermana dozgeriyê' ye. Pêkanîneke derehuqûqî, kêfî û bêwate ye."