AMED - Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, li Amedê hat binçavkirin. Nehat hînbûn ka Ata ji ber çi hatiye binçavkirin.
Polisan serê sibê Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, li Amedê binçav kir. Nehat hînbûn ka Ata ji ber çi hatiye binçavkirin. Ata, di 30'yê Cotmeha 2016'an de jî hatibû girtin û ji doza ku der barê wê de 95 sal ceza dihat xwestin de, di 4'ê Gulana 2017'an de bi şertê venêrîna edlî hatibû berdan.