MÛGLA - Li Marmarîsê polîsan avêt ser mala gelek DBP'iyan. Di avêtina ser malan de hevserokê navçeyê Yilmaz Nas jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Îro danê sibehê li navçeya Marmarîs a Mûglayê polîsan avêt ser malên endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP). Di avêtina ser malan de Hevserokê DBP'ê yê Marmarîsê Yilmaz Nas, rêveberên navçeyê Omer Vergîlî, Mehmet Şîmşek û Cuneyt Çelîk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM'ê ya Marmarîsê.