MÛŞ - Danişîna rojnamevan Îdrîs Sayilgan ê 16 mehin girtî tê darizandin dest pê kir.
2'yemîn danişina doza nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ê 16 mehin girtî tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mûşê dest pê kir. Malbata Sayilgan, hevalên wî yên rojnamevan û Punto 24 danişînê dişopînin. Rojnamevan Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. 4 girtiyên din ên ji heman dozê girtî ne jî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.