MÊRDÎN - Li Mêrdînê, xizmên girtiyan destnîşan kirin ku wê li hemberî ferzkirina yektîpî gel zarokên xwe bi tenê nehêle û gotin: "Em malbatên girtiyan em ê dakevin kuçeyan û çalakiyan li dar bixin."
Li Mêrdînê, malbatên girtiyan bertek nîşanî ferzkirina kincên yektîpî dan. Malbatan bang li hemû kesên ku jiyaneke birûmet diparêzin kirin û xwestin dengê xwe bilind bikin. Besna Gunay, dayika Abdûllah Gunay ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye, destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê ferzkirinê dengê xwe bilind bikin û got: "Ger bi îşkenceyê kincên yektîpî li zarokên me bê kirin, qethiyen em ê vê yekê qebûl nekin. Em malbatên girtiyan em ê dakevin kuçeyan û çalakiyan li dar bixin." Gunay bi lêv kir ku heta niha tu rêbazên bi darê zorê hatiye xwestin ku bê sepandin encam negirtine û xwest hemû civak bertek nîşanî vê sepandinê bide. Gunay got: "Em dixwazin pêdiviyên sereke yên zarokên me yên girtî bi cih bên. Dev ji vê zordestiyê berdin. Divê hemû mirovên xwedî wijdan li dijî vê sepandinê derkevin."
‘DIVÊ HEMÛ DAYIK LI DIJÎ WÊ DERKEVIN'
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Turkan Tûnç jî diyar kir ku tu hêleke mirovî ya kincên yektîpî tune ye. Tûnç got, divê hemû dayikên ku aştiyê diparêzin li dijî vê sepandinê dengê xwe bilind bikin. Tûnç diyar kir ku di ser girtîgehan re tê xwestin ku hemû civak bê yektîpkirin û wiha domand: "Kincên yektîpî û tunekirina gelekî tên heman wateyê. Yektîpî êrîşa li dijî rûmet û vîna mirovan e. Ev yek ne rast e."
'WÊ EV GEL ZAROKÊN XWE BI TENÊ NEHÊLE'
Tûnç, diyar kir ku ew bi her cure êrîş û çewisandinan re rû bi rû dimînin û got: "Tu kesê ku jiyaneke bi rûmet diparêze, wê li hemberî vê sepandinê serî netewîne. Divê em bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. Di girtîgehan de bitenêhiştina zarokên vî gelî li rûmeta mirovan nayê. Wê ev gel zarokên xwe bi tenê nehêle."