STENBOL – Welatiyên kurd, suryanî û ermenî bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê yên Cîhanê bal kişandin zextên li ser zimanan û perwerdehiya zimanê zikmakî xwestin.
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) roja 21’ê Sibata 1999’an wek Roja Zimanên Dayikê yên Cîhanê qebûl kir. Ev roj ji 1999’an ve heta niha bi çalakiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Bi taybetî jî neteweyên ku zimanên wan her tim di bin zext û qedexeyan de ne girîngiyê didin vê rojê û pîroz dikin. Bi wesîleya 21’ê Sibatê welatiyên kurd, ermenî û suryanî bal kişandin ser zext, astengî û qedexeya li ser zimanan û perwerdehiya bi zimanê dayikê xwestin.
SAZIYÊN ZIMAN HATIN GIRTIN
Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Seyîd Ehmed Şubaşi destnîşan kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re zextên li ser ziman zêdebûne û got: “Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê hemû komel û saziyên li ser ziman xebat didan meşandin, an hatin girtin an jî hatin qedexekirin. Tabelayên navên kurdî yên park, baxçe û qadên cemaweriyê hatin daxistin. Zimanê kurdî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ma. Li dijî van pêkanînan divê her kes li malên xwe bi kurdî biaxive. Pêwîste her malek bibe dibistanek kurdî. Divê zilma li ser zimanê xwe qebûl nekin û derkevin kolanan. Lazim e em li her deverê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê berxwedan mezin bibe û 21’ê Sibatê em li kolanan bin.”
‘TIRSA BI ERMENIKÎ AXAFTIN HEYE’
Murat Mihçi yê ermenî jî da zanîn ku zimanê ermenikî bi tunebûnê re rû bi rû maye û hin zarava winda bûne. Mihçi anî ziman ku hejmara mirovan a xwendina ermenikî kêm bûye û wiha got: “Ev rewş eleqeya wî bi hejmara ermeniyan re jî heye. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng qewimandinên salên 1980’an a ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ tîne bîra mirov. Ji ber vê yekê jî li kolanên ermenikî tirsa axaftinê derikeve holê. Ji ber zext û zordariyan gelek malbatên ermenî ditirsin ku bi zarokên xwe re ermenîkî biaxivin. Ji ber vê yekê jî naxwazin bi ermenîkî hîn bibin. Dibistanên ermeniyan tune ne. Dibistanê hebûn jî ji ber hejmara xwendekaran kêm bû hatin girtin. Ji bo pêşketina zimanê ermenikî divê weşan û çapemeniya ermenikî bê destekkirin. Lazim e li zanîngehan jî perwerdehiya akademik bê dayîn.”
‘TENÊ PÊŞDIBISTANEK HEYE’
Edîp Arslan ê suryanî jî diyar kir ku ji edî 90 welatiyên suryanî ji ber zextan neçar man ku welat biterkînin û ev tişt got: “Suranî bi awayekî hêsan nikarin biaxivin. Ji sedî 90’ê wan ji ber zext û zordariya li ser netew û zimanê xwe koçber bûn. Li tevahiya Tirkiyeyê tenê pêşdibistanek suryanikî heye. Ew jî li Stenbolê ye. Divê ev dibistan ne taybetbûya, ji aliyê dewletê ve bihata destekkirin. Em dixwazin ev dibistan heta dibistana navîn û lîseyê jî mezin bikin.”
MA / Sadiye Eser