STENBOL - Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Stenbolê Dr. Samet Menguç, diyar kir ku hewldana peyva tirk a ji TTB'ê derxistin planekî gelekî erzan e û ev tişt got: "Di piştperdeya planê de tişta ku difikirin saziyên ne muxalîf ên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ava bikin."
Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Stenbolê Dr. Samet Menguç bal kişand ser gotinê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên wekî "Bila peyva tirk ji TTB'ê derxin" û aşkera kir ku ev axaftinên Erdogan li dijî makeqanûnê ye.
‘ÊRÎŞ BÊ ENCAM MA’
Menguç der barê êrîşa li dijî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) de axivî û ev tişt got: "Em wekî TTB bi salan e fikrekî diparêzin. Di çarçoveya van fikran de em dixwazin hekîmtiyê bikin. Di navbera polîtîkaya desthilatdariya heyî aniye û polîtîkaya me sedî sed cudahî heye. Em 15 sale e muxalîfê desthilatdariyê ne."
Menguç anî ziman ku li gorî konjoktora siyasî di serî de Serokomar Erdogan, medyaya alîgir bertekekê derdixe pêş û wiha axivî: "Ev berteka ku hat afirandin, teqes li ser gotinên me bi pêş neket. Ev berteka ku afirandin, di serî de bingeha êrîşa il dijî lijneya me ya rêveberiyê nebû, bê encam ma."
‘PLANEK GELEK ERZAN E’
Menguç destnîşan kir ku piştî binçavkirin bê encam man, hewl dan êrîşeke nû dest pê bikin û wiha pê de çû: "Xwestin peyva tirk a di TTB'ê de derbixin. Ev planeke gelek erzan û piştperdeya wê heyî ye. Bi rakirina peyva tirk re çi armanc kirin, em nizanin. Dibe ku di planê de odeyê ji holê rakin. Lê çareserî ne ev e. Di piştperdeyê de dixwazin me bînin asta komeleyê, saziyên ne muxalîf ên girêdayê Wezareta Tenduristiyê ava bikin."
‘DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE’
Menguç bi lêv kir ku dixwazin hekîmên bûne endamên komeleyên cuda, dixwazin wan belav bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hişmendiya li ser tirk û tirkitiyê siyastê dikin, girseyan li dora xwe kom dike. Lê di heman demê de girseya wan jî bertek nîşanê vê helwesta wan da. Ev hewldaneke tu encamê xwe tuneyî ye. Avahiyên me saziyên makeqanûnî ne. Bi makeqanûnê hildane bin ewlehiyê. Heke bêje Komara Tirkiyeyê, bi heman şêweyî dibêjin hekîmên Tirkiyeyê jî. Berovajiyê ve derveyê qanûnê ye. Beyî ku sererastkirineke hiqûqî bê kirin, guhertineke wiha ne mijara gotinê ye."
'TTB HEMÛ HEKÎMA DIGIRE NA XWE’
Menguç derbirî ku hikumet dixwaze endamtiya ferzî rake, odeyê di warê aborî de bitengijîne û ev tişt anî ziman: "Ji bo hekîmên dixebitin bên kontrolkirin endamtiyek bi zorê hatiye çêkirin. Kîjan hekîm li ku dixebite û ji bo mafên wan bên parastin, em neçarin vê yekê bikin."
Menguç aşkera kir ku di demên ku êrîşê hekîman kirine rêxistin hêj zêdetir xwedî li wan deketine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yekitiya Tabîbên Tirk hemû hekîman temsîl dike. Kesên di rêveberiyê de cih digire, bi hilbijartinê dest bi peywirê dike. Hilbijartin ji herêmê dest pê dikin, heta hilbjartinên konseya navendî diçe. Tu kes nikare bêje di TTB'ê de parastina kêmar û zêdayan naye kirin."