AMED - Parêzera malbata Yildirim Reyhan Yalçindag xwest têkildarî kuştina Medenî Yildirim de li cihê bûyerê keşîf bê kirin, lê rayedaran bi hinceta ewlehiyê destûr nedan kifşê bikin.
Girseya di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzanê ya navçeya Licê ya Amedê li dijî çêkirina kalekol-qereqolan derketin, leşkeran gule li ser wan barand û Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû. Di sala 2015'an de der barê kuştina Yildirim de doz hat vekirin, di 8'ê Mijdara 2016'an dadgehê biryara xwe aşkera kir û got "Der barê kuştinê de delîleke sûc nehatiye dîtin" û yekane bersûcê dozê leşker Adem Çîftçî beraet kir. Dadgehê di biryara bi hincet de aşkera kir ku lêpirsîna der barê Yildirim de kêm hatiye kirin, îdia kir ku "dema leşkeran gule berdaye hewa" Yildirim li erdê bûye, di otopsiyê de di laşê Yildirim de gule nehatiye dîtin. Ji ber wê gule ji kîjan çekê derketiye ne diyar e. Dadgehê ji bo faîl derkevin holê xwest serî li Serdozgerê Komarê yê Licê bidin û serlêdana sûc bikin.
LI CIHÊ BÛYERÊ KEŞIF XWEST
Parêzera malbata Yildirim Reyhan Yalçindag Baydemîr, diyar kir ku lêpirsînek kêm hatiye kirin, biryara beraetê ya dadgeha herêmî li dijî qanûn û usulê ye û 1'emîn Daireya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê daxwaza îstînafê lêkolîn kiriye, biryara di 15'ê Cotmeha 2017'an de girtiye, aşkera kiriye ku darizandin û lêkolîn kêm hatiye kirin, delîl kêm hatine komkirin, bi hincetên lêkolîn^ne kêm der barê leşker Adem Çîftçî de biryara beraetê hatiye dayîn. Ji ber wê biryara dadgehê xirab kir. Dadgeha Îstînafê destnîşan kir ku divê beyî ku li di bûyerê de fikarek piçûk jî çêbe, divê krokiya cihê bûyerê, dîmenên kamerayan, beyanên şahidan û hemû tiştên cin bên lêkolînkirin û di vê çarçoveyê de biryara da.
DADGEHÊ XWEST KEŞIF BÊ KIRIN
Dosyaya dozê ya ji bo jî nûve darizandinê hat şandin, 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê girt dest, ji bo ji kîjan alî ve gule li Yildirim hatiye reşandin, xwest di çavdêriya Kesê Pêzan Pisporê Balîstîk û Tiba Edlî li ber Qereqola Cendirmeyana Hêzanê keşfê bikin û ji bo wê ferman da Dadgeha Cezayê Sulhê ya Liceyê. Li ser fermana ji Dadgeha Cezayê Sulhê ya Asliyeyê ya Licê re çû, dadgehê ji Fermandariya Cendirmeyana Licê re nivîs şand û xwest Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê ji bo keşfê di 12'ê Sibata 2018'an de tewlehiyê bigire. Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê di 7'ê Sibata 2018'an de, ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê re nivîs şand û îdia kir ku ne pêkan e ew li ber qereqolê ewlehiyê bigirin.
Rêya ku qereqoleke cendirmeyan û 2 baregehên roj ên leşkerî lê ne, Qereqola Cendirmeyan a Hêzanê îdia kir ku dibe ku PKK'î çalakiyê pêk bînin, ew nikarin li herêmê ewlehiyê bigirin.
MA / Denîz Tekîn