Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê

  • jin
  • 09:12 19 Sibat 2018
  • |
img

HATAY - Saziyên jinan ên Hatayê, diyar kirin ku mêrên di nava krîzê de digevize, li kuçeyan tehamulî dîtina jinan nake û ev tişt gotin: "OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê. Ji bo rawestîna tundî û kuştinê divê em dengekî bi hêztir derxin." 

Bi Rewşa Awarte (OHAL) re tundî, tacîz, zext û kuştina li dijî jinan zêde bûn û bûne rojeveke sereke. Endama Piştevaniya Mor a Hatayê Aylin Yuksel, diyar kir ku şideta li dijî jinê di her serdemê de bi şeklekî cuda xwe dide der û ev tişt got: "Pêvajoya OHAL'ê ya bi amûrên şidet û tundiyê xwe gurç û pêç kiriye, her ku diçe şidet û kuştinên li dijî jinan zêde dibe. Gotinên desthilatdariyê vê şidetê rewa dike. Nûçeyên wekî 'Min gelekê jê hez dikir û kuşt' hejmar qet bi qet zêde kiriye. Mîlîtarîzma bi OHAL'ê re bilind bû û hişmendiya zilam a serdest, mêr sor dike, şideta li dijî jinê rewa didin nîşan. Mêrê di nava krîzê de digevize, dema jinê li kuçeyê dibîne, tehmulî tu wê nake."
 
‘OHAL BÛ KIRASÊ ŞIDETÊ’
 
Yuksel destnîşan kir ku dema her sal li rêjeya kuştinên jinan mêze dikin, zêdebûnek heye û wiha axivî: "Gengeşiya krîza di nava civakê de, wekî îstismar û şidet derdikeve pêşberî jin û zarokan. Berdêla vê her dem jin dide. OHAL bûye kirasê ku li şidetê hatiye kirin. Desthilatdarî cihê ku pêşî li vê yekê bigire, bi pêkanînên wekî otobusên pembe dixwaze pêşî li mijarê bigire. Bi qanûnên ku demên dawî derxistin re, ne wekheviya di qada zayendî de her ku diçe kûr dibe."
 
‘DIXWAZIN NASNAMEYA JINA MAQÛL BIXULIQÎNIN’
 
Yuksel da zanîn ku hişmendiya serdest qadên azad ên jinê sînr dike û dixwaze "Jina Meqûl" bixuliqîne û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avêtiye bin peymanên Stenbol û Cedawê yên navneteweyî, lê pêk nayne. Berovajiyê wê pêkanînên cuda dixe dewrê. Li dijî an hemûyan yekitî û berxwedanek heye."
 
‘MÊR JI DARAZ Û DESTHILATDARIYÊ HÊZÊ DIGIRE’
 
Endama Kolektîfa Keda Jinê Sevgî Kurtdere anî ziman ku şidet û kuştinên jinan tenê bi OHAL'ê nayê nirxandin, helwesta daraz û desthilatdariyê ya alîkariya mêr dike di vir de xwedî bandor e û ev tişt got: "Zilam ji xwe di vir de dizane ku desthilatdarî û daraza ku xwedî polîtîkaya serdest e û hişmendiya zilam diparêze dê piştgiriyê bide wî. Bi vê baweriyê dibe kujer." Kurtdere, nerazîbûnên xwe yên der barê civaka ku xwe bêdeng dike jî da û wiha got: "Di vir de hişmendiya 'Mirov nakeve navbera hevseran' gelekî bi bandor e."
 
‘PÊWÎSTÎ BI DENGEKÎ XURT HEYE’
 
Kurtdere derbirî ku divê cinayetên jinan ne pirsgirêkeke tekakesî, wekî pirsgirêkeke civakî bigirin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê dewlet kuştinên jinan wekî pirsgirêkek civakî bigire dest û pêşî li kuştinan bigire. Divê em wekî saziyên jinan li dijî polîtîkaya şidetê têkoşînê mezin bikin. Ji bo pêşî li cinayet û kuştinên jinan bên girtin, divê dengek xurt bê derxistin."

Sernavên din

20/02/2018
09:27 Berktay: Krîza mêrantiyê heye
09:26 Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike!
09:25 Hunermendên Efrînê: Yê bi wîjdan nejîn nabe hunermend
09:24 Bi koka Ribêsê şîfayê belav dike
09:23 Bavê girtiyê nexweş ê hat derbkirin: Berpirsiyar Wezîrê Dadê ye
09:22 Alpay: Polîtîkaya li ser ziman vegeriya polîtîkaya 12’ê Îlonê
09:21 Îsbata ku DAIŞ’î bi dewleta tirk re êrîşê Efrînê dikin!
09:16 'Em berxwedana derve û hundur bikin yek'
09:16 Ji bo roja ziman bang: Di 21'ê Sibatê de li Taksîmê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2018'AN
19/02/2018
21:17 Îdiaya de reya kerwane leşkerî bombe bikin
21:00 Tirkiye di çavdêriya Rûsya de Efrîne topbaran dike!
18:30 Qeyûmê Êlihê navê Ahmet Kaya, Edîp Solmaz û Mehmet Sîncar rakir
18:12 Li Sûrê cîsmek teqîya: 2 zarok birîndar bûn
18:11 25 kes li Erdexanê hatin binçavkirin
17:51 Piştî 61 rojan ji 267 cenazeyan tenê cenazeyek teslîm kirin
16:25 HDP'ê peywirdarkirina nû ya partiyê diyar kir
15:44 Dadgeha Îstînafê 6 sal cezayê parlamenter Ozkan xera kir
15:40 Wê rewşa girtina parlementera HDP'ê Yildirim di 20'ê Adarê de bê nirxandin
15:26 Jinan piştgirî da Coşkun a di rojiya mirinê de ye
15:02 TSK gundên Efrînê bombe dike: 2 welatî mirin 8 welatî birîndar bûn
14:51 Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê
14:35 Li Şirnexê 32 kes hatin berdan
14:27 Gardiyanan girtiyên 'nîzama leşkerî' qebûl nekirin derb kirin
14:16 HDP’iyên hatibûn binçavkirin dê sibê derbixin dozgeriyê
14:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan şandin Rizeyê
14:06 Doza Serêkaniyê dê bibin AYM’ê
13:37 Li girtîgehên Xarpêt û Kirklareliyê girtî tên îşkencekirin
13:17 Ayşe Gokkan hat berdan
13:16 Parêzer: 6 rojin Kemalbay bi awayekî kêfî di bin çavan de ye
13:05 Umut 65 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
12:39 ‘Medya di rewşa şer de zimanê nifrinê pêş dixe û pere qezen dike'
12:21 Ayla Akat Ata hat binçavkirin
12:09 Li Marmarîsê gelek DBP'î hatin binçavkirin
12:03 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan nehat berdan
12:02 Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê
11:44 Jinên Kedkar dê di dema şoreşan de rola jinan vebêjin
10:34 Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne
10:17 Danişîna doza rojnamevan Sayilgan dest pê kir
09:53 Berteka li dijî yektîpiyê: Gel dê zarokên xwe bi tenê nehêle
09:52 Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir
09:51 Kurd, suryanî û ermenî: Em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin
09:16 ‘Bi çekên li ser keda kedkaran dikirin êrîşê Efrînê dikin’
09:14 Dr. Menguç: Planên gelekî erzan dikin
09:13 Destûr nedan li cihê Yildirim lê hat kuştin kifşê bikin
09:12 Jinên ji Hatayê: OHAL bûye kirasê tundî û kuştinê
09:11 ‘Rejîm herî zêde ji hunerê ditirse’
09:10 Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne
09:09 Amedî Efrînê ji nêz ve dişopînin: Şer bi medyayê bi ser nakeve
09:08 ‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’
09:07 Rêxistina Efûyê: Şandina bi zorê dê mirina penaberan zêde bike
09:00 ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN
18/02/2018
21:40 Di teqîna li Qamişloyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
21:13 Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin
20:52 Zimanzan Alpay: Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin
19:37 Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye
19:15 Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
19:01 Ji Maçka qêriyan: Stenbol dimire îxanet didome
18:15 Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin
18:08 ‘Ajal ne mal û kole ne'
17:30 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan
17:25 Divê berê mêrantî bê kuştin
16:39 Bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalya kirin
16:16 'Têkoşîna li dijî yek tîpê şert e'
15:50 Di 93’yemîn salvegera raperînê de Şêx Seîd hat bibîranîn
15:24 HDK: Girtin tolhildana li dijî kongreya HDP’ê ye
15:05 Meclîsa Tenduristiyê: Tirkiye madeyên kîmyawî bikar tîne
15:04 Ciwanan îstîsmar bi meşê şermezar kir
14:36 Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî
14:21 Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin binçavkirin
13:51 Ji bo Dîren Coşkun greva piştgiriyê
13:41 KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne
13:40 Maşîneya zirxî ber bi avê çû: 2 leşker winda ne
12:48 Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe
12:29 Buldan: Çi bikin jî em dê aştiyê biparêzin
12:17 Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin
11:49 Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran
11:37 Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve
11:34 39 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:24 Li Îranê balafira rêwiyan ket
10:44 Di 16 salên AKP’ê de deyn, xizanî, tiryak, girtin û kuştin çarqat zêde bû
10:40 Danişîna Rojnameger Sayilgan ê 16 mehin girtî ye sibê ye
10:36 Bi atolyeya wêneyan dê dîroka jinan a jibîrkirî bibîr bixe
10:22 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan 10 rojin di hucrê de tê girtin
09:56 Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş
09:14 Komira ku wezaretê got 'qaçax' e, li gel belav dikin
09:14 Dixwazin cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin
09:13 Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin
09:12 Ji biryara dadgehê re îtîraz kirin
09:11 ‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2018'AN
17/02/2018
19:59 Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin
16:26 Li Strasbourgê bi deh hezaran ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan
16:10 Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin
16:09 'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin'
15:33 'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan'
15:09 Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin
14:38 Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin
13:54 Dayikên Şemiyê: Hezar sal derbas bibin jî em vê dozê bernadin
13:24 Polîsan zarokek bin çav kirin