AMED – Amediyan êrîşên li dijî Efrînê yên ku mehek li pey xwe hişt nirxandin û wiha gotin: “Êdî desthilatdariya AKP’ê bi komkujiyan tê binavkirin. Digotin ku 'em ê di 3 saetan de biqedînin.' Lê mehek e kîlo mîtroyek bi pêş ve neçûne. Şer bi medyayê bi ser nakeve.”
Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê mehek li pey xwe hişt. Li gel avantaja hewayê û teknîka modern a di destê Tirkiyeyê de, peşketinek cidî tune. Li Tirkiyeyê şer bi medya, manşet û manipulasyonan tê meşandin. Li gel têgihiştina rêveberiyê ku ji aliyê medyayê ve tê avakirin jî lê gel geşedanên li Efrînê ji nêz ve dişopîne. Welatiyên Amedê operasyona Efrînê ya mehek li pey xwe hiştin nirxand.
‘DÊ GELÊN EFRÎNÊ BI SER BIKEVIN’
Gazî Derînce (69) anî ziman ku li Efrînê gel li berxwe didin û dê bi ser bikevin û got: “MHP’yî faşîstên vî welatî ne. Lê îro AKP mil daye milê MHP’ê. Dawiya faşîzmê nêz e. Erdogan ji bo bibe serok hemû kurdan dijmin da îlankirin. Lê bila baş bizanibin dê Efrîn nekeve. Efrîn ya efrîniyan e. Hemû ciwanên kurdan herikîbûn Kobanê. Îro ciwanên me ji bo Efrînê jî amade ne.”
Derînce diyar kir ku desthilatdariyê têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê hezim nekir û wiha domand: “Li Kobanê bi DAIŞ’ê hevkariyê dikir. Yên ku El Nusra û El Kaîde dişand Kobanê jî ew bûn. Li Efrînê tenê ne kurd hene, tirkmen, ereb û suryanî jî hene. Dê gelên Efrînê bi ser bikevin. Roj roja kurdan e. Kurd dê Efrînê bi tenê nehêlin.”
‘GELÊ EFRÎNÊ XWE DIPARÊZ E’
Mehmet Emîn Ustundal (53) jî da zanîn ku li Tirkiyeyê hemû alî di bin zextan de ne û wiha got: “Em şer naxwazin. Bila demil dest ji Efrînê derbikevin. Ew der ne qada serweriya Tirkiyeyê ye. Gelê Efrînê bi awayekî rewa xwe diparêz e. Li cem gelê Efrînê balafir tune ne. Bombebarankirina bi balafiran ne rast e. Li şûna ku Erdogan berê her kesî dide Efrînê bila ewil kurê xwe deyne pêş û li pey biçe. Yên ku dibêjin em biçin Efrînê hemû hewesdarê rijandina xwînê ne.”
‘DIBÊJIN ZEYTÛN, LÊ KOKÊ LI ZEYTÛNAN TÎNIN’
Yunus Erdem jî da zanîn ku şer bandorek neyînî li ser aboriyê dike û wiha axivî: “Welat her roj 10 milyon dolar dikeve bin zerarê. Divê ku demek zûtirîn operasyon bê bidawîkirin. Kes di şer de qezenc nake. Hemû welatiyên tên kuştin sivîl in. Temen û zayenda wan çi dibe bila bibe dema kurd bin dibêjin ‘terorîst hat kuştin.’ Dibêjin ‘Şaxê Zeytûnê’ lê navê zeytûnan bi gel ve nehiştin.”
‘AKP DESTHILATDARIYA KOMKUJIYAN E’
Alî Erdem ê 80 salî jî diyar kir ku êdî dethilatdariya AKP’ê bi navê komkujiyan tê binavkirin û wiha got: “Te her alî şewitand û hilweşand. Niha jî di bin navê ‘şaxê zeytûnê’ de êrîşî cihek din dikî. Ev tiştek çawaye. Ez wate nadime. Hemû kesî sûcdar dikin. Pişt re jî didarizînin. Li vî welatî edalet tune ye. Darizandin jî adilane pêk nayên û li dijî hiqûqê biryaran didin.”
‘BI MEDYAYÊ ŞER BI SER NAKEVE’
Feyzî Kaya yê 52 salî jî anî ziman ku dê Tirkiye li Efrînê têk biçe û got: “Digotin em ê di 3 saetan de biqedînin. Mehek bû hêj kîlo mîtroyek li pêş neketine. Bi medyayê şer bi ser nakeve. Beredayî welat dibin wir. Wê dest vala vegerin. Her ku pere li ser şer xerc dikin, berê xwe didin berîka feqîran.”