QAMIŞLO - Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê maşîneyeke bombebarkirî teqandin, di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn.
Li nêzê cemedxaneyê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê maşîneyek teqiya. Di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku 4 kesên jiyana xwe ji dest dane ji heman malbatê ne. 3 ji wan jin, yek zilam e. Hat aşkerakirin ku zilamê jiyana xwe ji dest daye navê wî Mehmud Xelef ê 28 salî ye, navên kesên din hêj nehatin aşkerakirin.