STENBOL - HDK'ê bi minasebeta 21'ê Sibate Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bername li dar xistin. Di bernameyê de zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku bi qedexeyan kêr dane stuyê zimanê kurdî û wiha got: “Bi qedexeya ziman hêrs û nifrîna wî gelî zêdetir dibe. Li welatê me herî zêde ziman tê tepisandin."
Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Demoratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Cemil Candaş a Şîşliyê bername li dar xist. HDK'ê bi şîara "Ji rengan heta ziman, ji ziman heta jiyanê" bername li dar xistin. Di bernameyê de Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, nûnerên Komeleya Elewiyên Demokratîk, Federasyona Komeleyên Romen, Navenda Ziman a Gurcu, Komeleya Çanda Lazan, Komeleya Piştevanî û Çanda Mezopotamya, Komeleya Lêkolînên Kurd, Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û gelek kesên din tev li bernameyê bûn.
Ewil Rêveberê HDK'ê Sedat Şenoglu axivî û bal kişand ser girîng û wateya ziman. Şenoglu, diyar kir ku hebûna çandê bi ziman ve girêdayi ye û wiha got: "Civakîbûn û çand bi ziman heye. Ziman hebûn e. Hebûn bê ziman nabe. Ji bo hebûna civak û mirov divê ziman bên parastin û jiyîn."
DIXWAZIN HIŞMENDIYA YEK PEREST FERZ BIKIN
Zimanzan Necmiye Alpay jî mafê axaftinê girt û li ser girîngî û wateya ziman axivî. Alpay, anî ziman ku li Tirkiye di serdemên cuda de li ser zimanê zikmakî gav hatin avêtin û wiha got: "Her çend hin gav hatin avêtin jî dîsa li ser zimanan împaratoriya zirsê ava kirin. Min mijara zimanê zikmakî pir dereng keşif kir. Ji ber ku mijara ziman li welatê me mijara herî zêde tê tepisandin. Yek ji rastiya herî zêde tê tepisandin ziman e. Li Tirkiye divê em zimanzanan ji rexneyê wêdeti wan tawanbar bikin. Ji ber ku hişmendiya berê niha dîsa li ser me ferz dikin. Zarok ji zimanê zikmakî dûr xistin. Li dijî zanyariyê zarok ji ziman dûr xistin. Piştre li ser enstituyan bedeng ev pevy dîsa hatin rojevê. Destûr nadin li ser pişta ziman çanda xwe derbasî îro bikin."
‘ZAROKÊN KURD JI BO ZIMANÊ ZIKMAKÎ XWESTIN HATIN GIRTIN'
Alpay, anî ziman ku di salên 1999’an de yekem car zarokên kurd ji bo bi zimanê zikmakî mafê perwerdehiyê xwestin hatin girtin û wiha got: "Civakê wê emê şoqek derbas kir. Zarok hatin girtin. Zextên li ser ziman di heman demê de şopên li ser mejî ne. Ziman, mijarên çandî û hestiyarî bandor dikin. Mehmet Uzun diyar dike ku zimanê wî yê hestê bi kurdî ye. "
QEDEXE DIBE SEDEMA HÊRSÊ
Alpay, anî ziman ku kêr dane ser stuyê zimanê kurdî û wiha bi dawî kir: "Dewlet dibêje bi zimanê xwe navan li parqên xwe neke. Ev tiştekî pir şerm e. Ez di îfadeya vê yekê de pir zor û zahmetiyan dijîm. Yên vê biryarê didin jî vê yekê zanin. Nikarin bi van qedexeyan van navan û vî zimanî bidin ji bîrkirin. Qedexeya ziman bêtir hêrs û nifrina gelan zêditir dike."
Piştî Alpay komên xwedî zinanên cuda bi zimanê xwe pêşkêşî kirin.
Bernameya ziman bi koma Muzîkê ya BEKSAV'ê ya stranên kurdî, tirkî, Lazî, Hemşinî. Adigeyî strîn.