ANTALYA - 4 kesan duh bi çekan êrîşî avahiya HDP'ê ya Antalyayê kirin. 4 kesên êrîşî avahiyê kirin hatin binçavkirin. HDP’iyan êrîş şermezar kirin.
Şevê din 4 kesan bi çekan êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Antalya kirin. Di êrîşê de xisara maddî çêbû. 4 kesên bi çekan êrîşî avahiyê kirin, hatin binçavkirin. Piştî bûyerê rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Antalya daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli, diyar kir ku kesên bi hişmendiya dijminantiya civakê tev digere êrîş kirine û ev êrîş nageje armanca xwe. Hevserokê HDP'ê Cevdet Çaglar jî anî ziman ku bi van êrîşan nikarin têkoşîna wan asteng bikin. Çaglar xwest ev êrîş bi dawî bibin.