AMED – Parêzer Sidki Zîlan di 93’yemîn salvegera raperîna Şêx Seîd de axivî û got ku sedemên raperînê derxistin holê hêj dewam dikin.
Harekata Azadî bi minasebeta 93’yemîn salvegera raperîna Şêx Seîd piştî avakirina Komarê da destpêkirin bibîr anî. Bernameya bîranînê li avahiya Hareketa Azadî pêk hat û neviyê Şêx Seîd, Şêx Abdulîllah Firat, nûnerên partî û saziyên kurd amade bûn.
‘PIŞTÎ RAPERÎNÊ BIRYARÊN HATIN GIRTIN NE REWA NE’
Endamê Hareketa Azadî parêzer Sidki Zîlan di bîranînê de axivî û pêkanîna polîtîkayên di salê newil ên avakirina Komarê ya li dijî kurdan bibîr xist û der barê van polîtîkayan de agahî da. Zîlan da zanîn ku Mustafa Kemal bi Destûra Bingehîn a 1924’an kurd û Kurdistanê tune hesibandiye û got : “Di encama provovakasyona Kemalîstan de raperîn derket holê. Piştî raperîn bi dawî bû. Pişt re biryarên Dadgeha Îstîklalê ya Şarkê ne rewa bûn.” Zîlan di berdewama axaftina xwe de behsa pêvajoya raperîna Şêx Seîd kir û got ku ew raperîn destpêkek bû.
Zîlan anî ziman ku sedemên raperînê derxistin holê hêj dewam dikin û got: “Divê ku pirsgirêka hundirîn ya ku bi riyên dîplomasî bê çareserkirin, lê Tirkiye ji vê yekê reviya. Kurdên li derveyî sînor dixwazin statû û mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin. Niha ji wê re jî astengî tên derxistin. Naxwazin ku kurd bigîhîjin tu statûyê.”
Pişt re neviyê Şêx Seîd Abdulîllah Firat axivî û got ku doza Şêx Seîd doza mafdar a gelê kurd bû.
Piştî axaftinan dua hatin kirin û bername bi dawî bû.