MÊRSÎN – Li Mêrsînê komek ciwan îstîsmarkirin û êrîşên zayendî bi meşeê şermezar kirin.
Li Mêrsînê komek ciwan li hev kom bûn û îstîsmarkirinên zayendî yên li welat bi meşê şermezar kirin. Ciwanan ji Parka Azad a Zarokan dest bi meşe kir û heta edliyê dewam kir. Di meşe de pankartên “Liv î welatî ya esil ku miriye edalet e” û “Ji îstîsmarê re na” hildan û dirûşmên “Em edaletê dixwazin û “Ji îstîsmarê re na” berz kirin.”
Piştî meşe daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bûyerên îstîsmara zayendî û wiha hat gotin: “Pitikek 3 salî tê tecawizkirin. Mixabin li vî welatî îstîsmarkar nayên cezakirin. Em li hember vê bêdeng neman û me xwest em derkevin kolanan û dengê xwe bilind. Bikin. Em ê li dijî hemû bûyerên îstîsmarkirinê û êrîşên li ser jinan dengê xwe bilind bikin.”
Ciwanan diyar kir ku ew ê di 8’ê Adarê de li qada bin û darizandinek adilane daxwaz kirin.