STENBOL – Midûra me ya Berpirsyara Karên Nivîsê ya ajansa me Elîf Çetîner û nûçegihana me Melîke Ceyhan di dema şopandina nûçeyê de li taxa Haci Ahmet a Beyogluyê û hatin binçavkirin.
Midûra me ya Berpiryara Karên Nivîsê ya ajansa me Elîf Çetîner û nûçegihana me Melîke Ceyhan di dema şopandina nûçeyê de li taxa Haci Ahmet a Beyogluyê ya Stenbolê, têketina taxê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan di GBT’ê de kontrola nasnameya Çetîner û Ceyhan kirin û pişt re ew binçavkirin. Çetîner û Ceyhan birin Qereqola Polîsan a Kasimpaşayê. Hinceta binçavkirina Çetîner û Ceyhan nehat zanîn