ÎZMÎR - Endamên Kizil Okyanus û SKM’ê bi armanca piştgiriyê bidin jina trans Dîren Coşkun a li girtîgehê ket rojiya mirinê, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Aktîvîsta Avakirina LGBT’î ya Keskesor jina trans Dîren Coşkun bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” ji Tebaxa 2017’an ve li Girtîgeha Hejmara 2’yemîn a Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin. Coşkun ji ber mafê yê wê emeliyat û derman kirinê ji destê wê hat kirin, di 25’ê Çile de dest bi rojiya mirinê kir. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevahiya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat ji bo piştgiriya Coşkun di 6’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kir. Endamên Kizil Okyanus û nûnerên Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) a Îzmîrê bi armanca piştiriyê bidin Coşkun û Arat li avahiya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) a Îzmîrê ji bo rojekê ketin gireva birçîbûnê.
Berî greva birçîbûnê li ser navê endamên Kizil Okyanus û SKM’ê Umutcan Încî daxuyanî da. Încî, diyar kir ku bila desthilatdarî ji tejîkirina girtîgehan serbilind be û wiha axivî: “Zext û êrîşên li girtîgehan her roja diçe zêdetir dibin. Ji bo em piştgiriyê bidin Dîren û Kivilcim ji bo rojê em dikevin greva birçîbûnê. Kes nikare mafê mirovan ji destên wan bigirin. Divê li hemberî vê em neçar nemînin. Em Dîren û Kivilcim a xwest bibe dengê Dîren, ên li dijî îşkence û êrîşên rêveberiya Qesrê serî netewandin silav dikin. Em baş dizanin ku hemû cînayetên transan polîtîkin û emê tim li dijî van polîtîkayan derkevin.”
Piştî daxuyaniyê jinên trans ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.