RIHA – Li navçeya Kaniya Xezalan maşîneya zirxî ya leşkeran dema diçû nobedaran biguhere, ber bi avê çû û 2 leşker winda bûn.
Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ku li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê ye, maşîneyek zirxî ya 4 leşker têde bûn çû cihê nobetê. Ji ber barana dijwar lehî rabû û maşîneya leşkerî ber bi avê çû. 2 leşker ji lehiyê hatin rizgarkirin û 2 leşker jî di nava lehiyê de winda bûn.
Lêgerîna ji bo rizgarkirina leşkeran didome.