MÛŞ - Duyemîn danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan ê 16 mehin girtî ye, dê sibe bê dîtin. Sayilgan ji ber nûçeyên xwe tê darizandin û cezayê “Endamê rêxistinê” jê tê xwestin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçayan a Dîcle (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan, danişîna wî ya duyemîn dê sibe li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. Sayilganê di 25’ê Cotmeha 2016’an hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê dimîne ji ber nûçeyên çêkirîn tê darizandin. Mînakên nûçeyên Sayilgan ên çêkirin weke “Hêmanên sûc” di îdîanayê de cih digirin, lê tu sûcên hatine kirin tuneye. Ji bo Sayilgan ji “Endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û ne têne nûçeyên Sayilgan nivîsandin, hevdîtinên wî yên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirin jî, week delîlên sûc hatin nîşandan. Sayilgan li Mûşê bi hezaran nûçe çêkirin, lê dinava van nûçeyan de weke delîl hin nûçeyên têgihanê ava dikin, hatine hilbijartin.