AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji ber ku operasyonên li ser Efrînê rexne kir hat binçavkirin û girtin, 10 rojin di hucrê de tê girtin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ê di 7’ê Sibatê de bi hinceta operasyonên Efrînê rexne kir hat binçavkirin û girtin 10 rojin bi tena serê xwe di hûcrê de tê girtin. Endamên Komîsyona Hiqûqê yên DBP’ê Parêzer Şivan Cemîl Ozen û Parêzer Alî Çîmen ên bi Arslan re di girtîgehê de hevdîtin kirin, derbarê mijarê de agahî dan û wiha gotin: “Piştî Arslan birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê rojekê di muşahadê de hat hiştin 10 rojin di hucreya yek kesî de tê girtin.”
‘XEBATÊN SIYASÎ SÛC HATIH DÎTIN’
Prz. Ozen, diyar kir ku Arslan bi hinceta daxuyaniyên xwe yên derbarê Efrînê de kirin, hat girtin û wiha axivî: “Arslan di çarçoveya siyaseta demokratîk de ramanên xwe anîn ser ziman. Arslan hevserokê partiyekê ye û bi hezaran kes ew weke vîna xwe qebûl kirin. Weke skandaleke hiqûqî xebatên siyasî yên Aslan sûc hatin dîtin.”
LI EWLEKARIYÊ PROPAGANDA Û LI DOZGER ENDAMTÎ
Prz. Ozen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Arslan di daxuyaniyên xwe de xwest ku pirsgirêka heyî bi rêyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin. Ji ber van daxuyaniyan Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîn da destpê kirin. Lê dûre Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi xwe biryara bê şopandinê da. Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de jî, tê îdîakirin ku ‘endamê rêxistinê ye.’ Lê di lêpirsîna Midûryeta Polîsan a Amedê de jî bi îdîaya ‘Porpagandya rêxistinê kirin’ tê sûcdar kirin û di vê çarçoveyê de îfadeya Arslan hat girtin.”
‘BI HINCETA SEWQÊ NAYÊ DERMAN KIRIN’
Ozen, da zanîn ku ji roja Arslan hatî girtin, heya îro di hucrê de tê girtin û wiha bilêv kir: “Arslan xwestiye biçe gel girtiyên din, lê rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘hûnê sewqî girtîgehek din bên kirin’ daxwaza wî red kirin. Arslan berî bê girtin ji pozê xwe emeliyet bûbû û nexweşîna sedef pêre heye. Ji ber ku hucreya têde tê girtin ne paqije, laşê wî tim dixure. Arslan çû revêre, lê bi hinceta dê sewqa wî li girtîgehek din bê kirin, nayê derman kirin.”
Ozen, derbarê sewqa Arslan de jî wiha got: “Bi hinceta ewlekariyê sewqa Arslan bi me re nehat parvekirin.”