ŞIRNEX - Sercerdevanên ku di pêvajoya çareseriyê de diyar kirin ku ew dê li dijî DAIŞ'ê ligel gerîla şer bikin, niha ji cerdevanan dixwazin tu tevî TSK'ê tev li operasyona Efrînê bibin.
Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), yên di 20'ê kanûnê de dest bi operasyonê kirin mehek e êrîşê Kontona Efrînê dikin. Hêj çend roja mabû ku operason dest pê bike, rayedarên dewletê gotin ku "3 saet, 3 roj, hefteyekê de em ê xwe bigihînin Efrînê", lê heta niha pêşektinekê cidî tune, dixwazin cerdevanan di eniya pêşiyê de bi pere bidin şerkirin.
DIXWAZIN CERDEVANA ÎQNA BIKIN
Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê rayedarên dewlet û fermandarên leşkerî bi cerdevanan re hevdîtinê pêk tînin û dixwazin wan "îqna" bikin. Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik di 7'ê Sibatê de du caran çû serdana bajêr, bi sercerdevan û malbatên cerdevanan re hevdîtin pêk anî û ev di çapemeniyê de jî derket pêş. Piştî Işik, rojek berê di saetên şevê de Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arîf Çetîn çû bajêr û di çarçoveya heman hevdîtinan de hin ziyaret pêk anîn. Civîna ku hat li darxistin, dîsa sercerdevan û cerdevana têde cih girt.
CERDEVANÊN NASKIRÎ ZEXTAN DIKIN
Hat diyarkirin ku sercerdevanê berê Kamîl Atak, Arslan Tatar ê di hilbijartinên 2015'an de bernamzetê wekîltiyê yê AKP'ê bû û Hazim Babat ê ji malbata Babat a ji Qilebanê ye, bi dewletê re di nav têkiliyan de ne û cerdevanên girêdayê van eşîran dixwazin di operasyona Efrînê de serkêşiyê bikin. Ji eşîra Jîrkî ya Elkê Tahîr Adiyaman û biraziyên wî, di heman demê de sercerdevan Mehmet Adiyaman ê di hilbijartinan de bernamzetê AKP'ê bû, navê wan jî di vê nîqaşê de heye. Arsan Tatar der barê mijarê de rojên borî daxuyanî dabû çapemeniyê, aşkera kiribû ku 2 hezar cerdevan ji bo tev li operasyonê bibin, amade ne.
PERE PÊŞNIYAR DIKIN
Dîsa hat destnîşankirin ku Şaredarê bajaroka Şenobayê ya navçeya Qilebanê Sabrî Babat, ji bo cerdevan tev li operasyonê bibin, zext li wan dike. Jî bo cerdevan tev li operasyonê bibin, pere pêşniyar kirin. Kesên di tîmên "Bayrak" û "Xençer" de cih girtin û navên wan di salên 1990'î de gelek bûyerên "faîlên wan ne diyar de" derbas bûn, ji bo tev li operasyona Efrînê bibin, navê xwe nivîsin.
DI PÊVAJIYA ÇARESERIYÊ DE AŞTÎ XWESTIBÛN
Di pêvajoya çareseriya demokratîk de, di sala 2015'an de Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan gotibû ku "Em êdî li dijî cerdevanan çekê nadin xebatê", li ser vê sercerdevan Alîhan Babat jî dabû zanîn ku ew ê jî li dijî PKK'ê şer nekin û nanê aştiyê dabû û bang li dewletê kiribû ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rûnê û aştiyê pêk bînin. Babat destnîşan kiribû ku ew ê li dijî DAIŞ'ê bibin şervan û gerîla û şer bikin.