WAN - Parêzerê malbata Muharem Taş ê 2 salî ku bavê wî cenazeyê wî di tûrik de ji bo otopsiyê anî Wanê û Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê bûyerê de biryara bêşopandinê da, îtîraz kir.
Li mezraya Çelî ya gundê Yalincaya Payîzavaya Wanê di 1'ê Sibata 2014'an de zarokê 2 salî Muharrem Taş ji ber nexweşiyê û girtina rê jiyana xwe ji dest dabû. Bav Taş cenazeyê kurê xwe di tûrik de ji bo otopsiyê anîbû bajêr. Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê mirina Muharem Taş de biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da. Li li ser vê malbata Taş bi rêya parêzer biryara dozger itiraz kir. Parêzerê malbata Taş Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, ji bo biryara "pêdivî bi şopandinê tune" bê rakirin, daxwaznameya itirazê ya 8 rûpelî pêşkêşî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Wanê kir. Biryar ji Serdozgerê Komarê yê Wanê re hat şandin. Tîmur diyar kir ku ew ê di nava hefteyekê de serî li Dadgeha Makeqanûnê bidin.
Tîmur aşkera kir ku di daxwaznameya itirazê de hemû kêmasî cih digirin. Kesên bi fikar ên di dosyayê de heke bi lez mudaxaleyê Muharrem bikirana dê Muharremê piğçûk jiyana xwe ji dest neda, ji ber vê helwesta bê baldar têkiliya îlliyatî ya bi mirinê ve girêdayî derket holê. Tîmur der barê daxwaznameyê de ev tişt got: "Divê bê gotin ku Ji ber ku Muharrem di demê de ranekirin nexweşxaneyê encamên derveyê hiqûqê derketin holê."
'BIRYAR DERVEYÊ HIQÛQÊ YE'
Tîmur der barê itiraza ku kirî de axivî û aşkera kir ku biryara ku dozger daye derveyê hiqûqê ye û ev tişt got: "Li dijî biryara dozger me daxwazname da û biryara 'Ci lêpirsînkirinê re cih tune' li derveyê hiqûqê ye. Biryara ku dozgr berê dabû, li gorî rapora kesê pêzan dabû. Wekî ku me di daxwaznameya itirazê de jî aniye ziman, kesên der barê dozê de tu pisporiya wan tune ye, hatiye peywirdarkirin."
Tîmur aşkera kir ku divê hemû dane bi awayekî bê alî bên analîzkirin û da zanîn ku piştî zarokê piçûk jiyana xwe ji dest daye, dewletê berpirsyariya xwe neaniye cih û ev tişt got: "Ji ber ku li gorî mewzûetê tev negeriyan Muharrem jiyana xwe ji dest da."
MA / Mahmut Ruvanas