* Nûnerên CHP, EMEP'ê û Şaxa Egîtîm Senê yên Mêrsînê, diyar kirin ku desthilatdarî bûye amûra tundiyê. Nûneran anîn ziman ku ji bo OHAL û KHK bên rakirin, xwest kesên alîgirê demokrasî, azadî û kedê bi hev re têbikoşin.
* Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê mirina Muharret Taş ê 2 salî yê bavê wî cenazeyê wî di hundurê tûrik de ji bo otopsiyê bir bajêr de biryar dabû û aşkera kiribû ku "Ji lêpirsînê re cih tune." Malbatê bertek nîşanê biyara dozger da û bi rêya parêzer ji biryarê re itiraz kir.
* Wekîla HDP'ê ya Amedê bertek nîşanê girtin û binçavkirinên li dijî HDP'ê da û ev tişt got: "Ji destê wan bê dê bêhn stadinê jî bikin sûc. Ev hişmendiya ji derveyê xwe ku kesî qebûl nake."
* Cerdevanên di pêvajoya çareseriyê de gotin ku "Em ê îro şûn de li dijî DAIŞ'ê li gel hevalên xwe şer bikin, em şervan û gerîla ne", niha ev sercerdevanan ji bo cerdevanan tev li operasyona Efrînê bikin, zextan li wan dikin.
* Komira bê qalîte ya ku Wezareta Çavkaniyên Tabî û Enerjiyê bi qaçaxî derdixe û bi buhayekê erzan difroşe fîrmayên nêzî hikumetê, di pêşengiya Weqfa Alîkarî û Civakî de li welatiyên Şirnexê belav kir.
* Piştî 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê dê cara ewil Meclisa Partiyê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bicive. (10.00)
* Akademiya Jînelojiyê û Kovara Jînelojiyê dê li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê panela "Hevre jiyana azad" li darbixe. (13.00.)
* Tevgera Azadî, dê bi wesîleya salvegera Serhildana Şêx Seyîd li şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13:00)
* Koordînasyona li Dijî Cilên Yek Tîp a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp, dê li Şaxa TUMTÎS'a Îzmîrê bi mijara "Kesên bi yek tîpî re rû bi rû man wê serdemê vedibêjin" gotobêjekê li dar bixe. (15.00