NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa li Strasboûrgê ya bi armanca şermezar kirina 19’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan û êrîşên li ser Efrînê bi tevlînbûna bi deh hezaran kes ji gelek bajarên Ewropayê hat lidarxistin.
Kurk û dostên li Ewropa dijîn, ji bo şermezar kirina 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk TSK û komên hevkarên wê yên li ser Efrînê, ji bajarên cûda yên Boûlervenadr de Metz, Nancy û Navenda Gara Trenê ya bajarê Strasboûrg a Fransayê li hev civiyan û meş pêk anîn. Di meşê de pankartên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Garantiya azadiya gelan, bi azadiya Ocalan re peke” û “NY berpirsyartiya xwe pêk bîne, komkujiyên li Efrînê bide sekinandin” hatin vekirin. Dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” hatin berzkirin. Li aliyê din ji beşên antî-faşîst û çepgir-sosyalîstên Fransayê jî piştgirî dan meşe.
HÊRSA GEL A LI DIJÎ BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWÎ
Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûne û li dijî komploya 15’ê Sibatê û êrîşên li ser Efrînê hêrsa gel her ku diçe zêdetir dibe. Di meşê de peyama “Heya Ocalan azad nebe, heya Efrîn negihe serketinê, em ê li qadan bin û li ber xwe bidin” hate dayîn. Li aliyê din bêdengiya navnetewî ya li dijî êrîşên li ser Efrînê ji aliyê deh hezaran kesî ve tê protesto kirin. Dîsan di meşê de wêneyên sivîlên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin hildan û bal hate kişandin li ser sûcê şer û sûcê dij mirovahiyê yê dewleta Tirk li Efrînê dike.
BERXWEDANA EFRÎNÊ HAT SILAVKIRIN
Di meşê de pankarta nivîsa “Ji Ocalan re azadî” û wêneyê Ocalan hate bilindkirin û 200 enternasyonalîst bê navber bi zimanên Îspanyolî, Îngilîzî, Fransî marş û dirûşmeyan qîr dikin, azadiya Ocalan xwestin û berxwedana Efrînê silav kirin.
LI DIJÎ ELMANYA NERAZÎBÛN
Di meşê de polîtîkayên dewleta Elman yên bi Tirkiyeyê re li dijî Kurdan hate şermezarkirin. Li aliyê din pankartên “Erdogan li Efrînê Kurdan bombe dike, Elmanya Kurdan krîmînalîze dike, êdî dawî li vê hevkariyê bîne” hate vekirin.
POLÎS Û CIWANÊN KURD PARASTINA MEŞÊ KIRIN
Polîsên Fransa gelek tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin û li aliyê din bi sedan ciwanên Kurd jî ji bo parastina meşê hatine erkdarkirin. Endamên çapemeniya cîhanê jî eleqeyeke mezin ji bo meşa mezin nîşan didin.
Meş ber bi qada mîtîngê Rûe des Vanneaûx ve bi dawî bû û mîtînga mezin di van kêliyan de berdewam dike.