AMED - Li semta Şehîtlîkê, polîsan bi ser mala zarokê 17 salî S.Ç. de girtin û binçav kirin.
Li semta Şehîtlîkê ya Amedê S.Ç. ê 17 salî ku bi dayîka xwe re li bavê xwe nexweş mêze dikir, şevê din hat binçavkirin. Polîsên bi ser mala S.Ç. de girtin û binçav kirin, birin Şaxa Midûryata Polîsan a Zarokan.
Malbata S.Ç. diyar kirin ku polîs bi telefonê li wan geriyan û ji wan xestine ku cilên paqij ji S.Ç. re bîn in.