ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş piştî 460 rojan girtî ma, ji doza ku ji ber wê hatiye girtin û girtî tê darizandin yekem car derket pêşberî dadger û 3 rojan parastin kir. Demîrtaş 19 saetan parastin kir û bi gelek belge û daneyan îdîayên der barê xwe de red kir. Demîrtaş darizandina xwe wekî darizandina 6 milyon kes bi nav kir.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku di 4'ê mijdara 2016’an de hat girtin, ji doza ku jê hatiye girtin piştî 460 rojan yekem car derket pêşberî dadger. Demirtaş 3 rojan li ser hev parastin kir. Danişîna Demîrtaş, bi piştî 22 saetan li salonê dadgehê berdewam kir. Bi giştî 19 saetan parastin kir. Di danişênê de hevalê Demîrtaş ê dibistanê û parêzerê wî Mahsunî Karaman û xwişka wî ya parêzer Aygul Demîrtaş li salonê amade bûn. Demîrtaş bi dehan rojnameyên arşîvan û belgeyên din weki delîl nîşan dan. Bi kupurên rojnameyan nîşan da ku HDP çawa bûye hedef. Dîsa bi kupuruna nîşan da ku çawa rê li pêş xerakirina pêvajoya çareserkiyê veirine. 3 bahol belge, agahî û dokuman anîn salonê. 50 hezar rûpel dokuman her 3 rojan anin salonê û êvarî birin. Demirtaş û parêzerên wî yên bi saetan parastin kirin daxwaza tahliyê nekirin. Demîrtaş got ezê daxwaza tahliyê nekim. Vîna gel biparêzin ne ya Selahattin Demirtaş." Di heman wextê de li Kampusa Girtîgeha Sincanê danişîna dozên kesên ji hewldana darbeya 15'ê Sibatê dihatin darizandin jî hebû. Di danişînên dozên Akincilar û dosyaya Serfermandariyê de parêzer bi qasî parêzerên doza Demîrtaş rastî cudakarî û astengiyan nehatin. Di roja ewil de sînorê 20 ziyaretvanan anî. Di danişînê de hêjmara polîs û leşkeran qat bi qat ji ya ziyaretvanan zêdetir bû. Demirtaş, ku 3 rojan li ser îdîananameyê parastin kir îdîaname wekî “iftiraname” bi nav kir. Demîrtaş di parastinê de bêtir li ser pirsgirêka kurd û birdoziya fermî ya li dijî pirsgirêka kurd rawestiya. Bêtir li ser dîroka kurdan a pişt perdê rawestiya. Demîrtaş mijara Xweseriya demokratîk a KCD'ê jî nirxand û got: "Xweseriya Demokratîk ne perçekirinê, yekparebûn e." Demîrtaş ku berê bi riya bejayî anî dadgehê vê carê bi balafirê anîn salonê. 3 şevan li Girtîgeha Sîncanê bi serê xwe di hucreyekê de derbas kir. Demîrtaş darizandina xwe wekî operasyona siyasî pênase kir û got: "Ez di şexsê xwe de wekî 6 milyon kes tên darizandin hîs dikim. Tê payîn ku parastina Demîrtaş a 3 rojan bikin pirtûk.
MA / Hayri Demir