ERZIROM / MÛŞ - Li Erziromê polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û 40 kes binçav kiribûn. Ji 40 kesan 25 kes li midûriyeta polîsan hatin berdan. Li navçeya Kopê ya Mûşê jî 15 kesên polîsan ew binçav kiribûn hêj li Midûriyeta polîsan di bin çavan de ne.
Polisan di 9'ê Sibatê de li navenda Erziromê û navçeyên Xinûs, Tekman, Karaçoban, Qereyasî û Koprukoyê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de giribûn û 40 kes binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna 40 kesan bi dawî bû 25 endam û rêveberên HDP û DBP’ê hatin berdan. 13 kes li bendê ye di nava rojê de sewqî dozgeriyê bikin. Hat zanîn ku der barê daxuyaniyên têkildarî Efrînê de operasyon pêk hatiye û hatine binçavkirin.
LI KOPÊ JÎ 15 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û 15 kes binçav kirin. Hevserokê HDP'a Kopê Hakîm Kaçî û Sami Kurtmeral, Nuri Karaçelik, Remzi Karaçelik, Abdurrahman Aydogdu, Mahfuz Selvi, Nezvet Kesik, Menzer Karabalık, Mehmet Emin Karabalık, Cemil Temizer, Ziya Bingol, û Suleyman ê paşnavê wî nehat zanîn û 3 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. 15 kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta polîsan a Mûşê tên girtin.