STENBOL - Li Gungorenê Aytekîn Tekeşê astengdarê zihnî ku ji qata 4'an ket, mir.
Li Gungorena Stenbolê, Aytekîn Tekeşê (41) astengdarê zihnî yê ku duh ber sedemeke nediyar ji paca mala li qata çaran ket erdê mir. Tevî hemû mudaxileyên ekîpmanên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê jî Tekeş nehat xelaskirin û li cihê bûyerê mir.
Ji bo otopsiyê cenazeyê Tekeş rakirin Saziya Tiba Edlî.